BI DÎMEN

Şerê li navenda Minbicê bê navber didome

Li nava bajarê Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Şervan her bi pêş ve diçin.

Operasyona Rizgarkirina Minbicê di roja 35. de ye.

Şervanên ku ji çar aliyan ve dor li bajêr girtine û ji her alî ve ketine nava bajêr, ji derdora embara genim ku cihekî stratejik e, ber bi navenda bajêr ve diçin.

Li herêmên başûr û bakurrojhilatê bajêr, şerekî dijwar diqewime.

Şervan li herêmên di destê çeteyan de ne çalakiyên bi bandor pêk tînin û derbên giran li çeteyan dixin.

...