Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî sivîlên ku ji Minbicê veqetiyan kirin

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bi sedan kesên ku dixwazin ji Minbicê derkevin kirin.

Li gorî agahiyên welatiyekê ji destê çeteyan rizgar bû û ji ANHA’yê re axivî, çeteyên DAIŞ’ê îro saet derdora 14.00’an de bi sedan kesên dixwestin ji bajar birevin, li derdora depoyên genim vegerandin. Çeteyan piştre jî welatî rêz kirin û dan ber guleyan.

Nayê zanîn di van êrîşan de çend kes hatine qetilkirin û birîndarkirin û her wiha çend kes ji destê çeteyan rizgar bûne û xwe gihandine şervanên Minbicê.

Welatiyên birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hatin dermankirin.