Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi daxuyaniyekê ragihand, ku di çalakiya hêzên wan a 4'ê Tîrmehê ya li ser rêya Dersîm-Elezîzê de 5 çeteyên tîmên taybet (JOH) hatine kuştin. Di daxuyaniyê de li ser çalakiya li Osmaniyeyê jî agahî hat dayîn.
Daxuyaniya Fermandariya Hevpar bi vî rengî ye:
ÇALAKIYA LI OSMANIYEYÊ
"Milîtanên me roja 30'ê Hezîranê li hemberî stasyoneke Baz a li gundê Saray ê ser bi navçeya Osmaniye Hasanbeyliyê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encamê de stasyona bazê îmha bû.
LI SER RÊYA DERSÎM-ELEZÎZÊ 5 JOH MIRIN
Roja 4'ê Tîrmehê, li ser rêya Dersîm-Elezîzê li hemberî tîmên tevgera taybet ên jendermeyan çalakiya sabotajê hat kirin. Di vê çalakiyê de 5 endamên JOH hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn."