Li hemberî girê ewlekariyê yê bendava Ilisû çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, îro danê sibê li hemberî girê ewlekariya bendava Ilisû ya li navçeya Mêrdîn Kerboranê çalakî hatiye lidarxistin û di encamê de 2 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla ev agahî hatin dayîn:

"Sibeha 5'ê Tîrmehê saet di 07:00 de, hêzên me yên gerîla li hemberî girê ewlekariyê yê bendava Ilisûyê, ku li navçeya Kerboran a Mêrdînê ye çalakiyek lidar xistin. Di encama derbên xurt de 2 leşker hatin kuştin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin ên li vî girê ku roket lê ketin, zêdetir e. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Licê ji aliyê tîma tolhildanê ya Şehîd Rêzan ve hatiye kirin.

4'ê Tîrmehê saet di 13:40 de, gerîlayên me bi çekên giran li leşkerên li Çeperê Şêxa yê li navçeya Colemêrg Çelê bi cih bûbûn, xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehat zelalkirin. Piştî vê çalakiyê leşkeran bi hawan, obus û çeka A-4 êrîşî derdorê kirin."