NÛ BÛ

Li Hesekê teqîn: 16 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gor nûçeya ANHA’yê, teqîna li Hesekê ji aliyê kesekî xwekuj ve pêk hatiye. Di êrîşê de zarok û jin jî di nav de 16 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Danê êvarî saet 19:45’an li nêzîkî Taxa Salihiye ya li nêzî firina Sala teqînê rû daye. Li gorî agahiyên şahidan û birîndaran, teqîn ji aliyê kesekî xwekuj ve pêk hatiye.

Birîndaran diyar kirin ku kesekî bi motorsiklet hatiye nêzî firinê û piştre jî bi peyatî ketî nava welatiyan û xwe teqandiye.

Di teqînê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Wetenî, Hitmê û Leşkerî. Li gorî agahiyên ku rayedarên nexweşxaneyan dane, di êrîşê de 2 jin, 3 zarok bi giştî 16 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên Asayîşê li cihê teqînê lêkolîn dikin.