BI DÎMEN

'Li hemberî nîjadkujiyê, rêya çareseriyê yekîtî ye'

Welatiyên li Başûrê Kurdistanê der barê êrîşên li Bakurê Kurdistanê de gotin; "Hemû siyasetên li hemberî Kurdan tên meşandin, xwe dispêrin heman hişmendiyê. Lewma divê gelê Kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bike."

Welatiyên li Başûrê Kurdistanê der barê êrîşên li Bakurê Kurdistanê de gotin; "Hemû siyasetên li hemberî Kurdan tên meşandin, xwe dispêrin heman hişmendiyê. Lewma divê gelê Kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bike."

BÊRÎVAN SAYIN: LI HEMBERÎ VÎNA GELÊ KURD, AKP MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ YE

Endama Meclîsa Şaredariya Kampa Şehîd Rustem Cudî Bêrîvan Sayin li ser mijarê ev nirxandin kir: "Gava em li rewşa Bakurê Kurdistanê dinêrin, tê dîtin ku dewleta dagiker a Tirk careke din koçberî, şewitandin û wêrankirina cih û warên me, kuştina mirovan û kuştinên kiryar nediyar xistiye dewrê. Ev qirkirin, nîjadkujî di roja me ya îro de li Bakurê Kurdistanê pêk tê. Yê ku vê dide kirin heman dewlet, hişmendî û aqile." Bêrîvan Sayin bal kişand ser vala xaka Kurdistanê û got, "Armanca wan inekirina gelê Kurd û dagirkirina xaka Kurdan e. Bi vî awayî dixwazin xaka Kurdistanê vala bikin û ji derve neteweyên cuda bînin bi cih bikin. Ji xwe ew Kurdan tine dihesibînin. Gelê me li hemberî vê polîtîkayê, li hemberî tank û topan bi salan e bi vîna xwe li ber xwe dide."

Sayin bi van gotinan dawî li nirxandina xwe anî: "Dixwazin bi awayekî topyekûn gelê Kurd ji holê rakin. Sekna gelê me ya li hemberî hikûmeta AKP’ê û dewleta dagirker, sekneke hêja, bi heybet û serbilindî ye. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li hember vîn û berxwedana gelê Kurd mehkûmê têkçûnê ne. Gelê Kurd bedelê wê çi dibe bila bibe wê bi vînek mezin li hember vê, seknek dîrokî nîşan bide. Serketin ji her demê zêdetir a gelê Kurd e û em ê bi ser bikevin."

EDNAN KARA: DIVÊ TEVAHIYA CIWANÊN KURD CIHÊ XWE DI NAVA HÊZÊN PARASTINÊ DE BIGIRIN

Welatiyê bi navê Ednan Kara jî ev nirxandin kir: "Polîtîkaya koçberkirin û penabertiyê, bi salan e ji aliyê dewleta Tirk ve li hemberî gelê Kurd tê meşandin. Heman polîtîka îro jî bi destê AKP'ê û dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Ev komkujiyên li hemberî gelê me tê meşandin bingeha xwe ji koçberkirina gel digire. Bi vê rêyê dixwazin gel xaka xwe û welatê xwe biterikîne. Serketinên gelê Kurd bi dest dixin, weke hilbijartinên 7’ê Hezîranê de jî derket holê ku hikûmeta AKP’ê van serketinan hezm nake. Lewma êrîşî pêşengên gel kir û hevrêyên weke Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û hevalên din şehîd xistin." Ednan işaret bi çanda berxwedêrî ya gelê Kurd kir û got, "Gelê Kurd heya niha li hember tiştekî serî netewandiye û ji niha û pê ve jî wê netewîne. Tevî hemû êrîşan jî gel nirxê xwe parast û xwedî lê derket."

Kara bal kişand ser ciwanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê şer dikin û got, "Niha li Bakurê Kurdistanê ciwanên Kurd li hember dagirkeriyê, li hember çeteyên qesrê rêxistinbûyîna xwe ava kirine, weke Yekîneyên Parastina Sivîlan( YPS-YPS-JIN). Tevî ku bedelên gelek giran hatin dayîn jî gelê me xwe bi rêxistin dike, ji bo parastina xwe û xaka xwe. Li hember van êrîşan heya niha li ber xwe dide. Di vir de dixwazin gelê me ji ser xaka xwe koçber bikin û gelên cuda di wir de bi bic bikin." Ednan bang li ciwanên Kurd û gelê Kurd kir: "Pêwîste tevahiya ciwanên Kurd cihê xwe di nava hêzên parastinê de bigirin û gelê Kurd jî li her çar parçeyê Kurdistanê yekîtiya xwe ava bike."

KEMAL KERÎM FARIS: ME RÊBEREK WEKE RÊBER APO HEYE

Kemal Kerîm Faris jî got: "Gelê Kurd xwedî dîrokek, çandek kevnar e. Ev li her çar parçeyên Kurdistanê jî wisa ye. Di dîrokê de heya roja me ya îro gelê Kurd her tim ji tevahî nûbûnan re pêşengtî kiriye. Li her çar parçeyê Kurdistanê ji aliyên dewletên cuda yên dagirker ve hatiye dagirkirin. Gelê Kurd her tim wekhevî û aştî xwestiye, lê mixabin hêzên dagirker li hember çand, ziman û hebûna gelê Kurd her tim di nava êrîşan de ne."

Kemal li ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dide meşandin ev nirxandin kir; "Têkoşîn û berxwedana Rêber APO niha li Îmraliyê dide meşandin ji bo mafê her çar parçeyê Kurdistanê ye. Hêzên dagirker dixwazin hevpeymana SKEYS-PÎCOT ji nû ve bixin meriyetê. Her wiha ji bo gelê Kurd sûd ji nêrînên Rêber APO negire tecrîd li ser didin meşandin. Lê bila baş bizanin ku fikir, raman û birdoziya Rêber APO di hişê tevahî ciwanên Kurd de bi cih bûye. Tevahî cîhan jî baş dizane ku çiqasî neheqî û bê mafî li ser gelê Kurd tê meşandin. Lê ji ber pêşketin û fikrê gelê Kurd ji bo xwe xeterî dibînin ji bo wê ewqasî êrîş li ser gelê Kurd tê meşandin."

Kemal herî zêde li ser yekîtiya Kurdan sekinî û ev bang li gelê Kurd kir: "Ez bang li tevahî gelê Kurd li her çar parçeyê Kurdistanê dikim rêxistina xwe bi hêz bikin, pişta hev bigrin bila êdî kes li pey eşîr û mala xwe nekeve. Bila gelê Kurd ji bo kongreyekê neteweyî deng û helwesta xwe diyar bike. Ji bo her çar parçeyê Kurdistanê bibe yek parçe. Ew hêzên êrîşî me dikin, ti tiştekî wan ji me zêdetir nîne. Me Rêberek weke Rêber APO heye. Pêwîste, heta pêkhatina azadiya Rêber Apo em çalakiyên xwe dewam bikin." Kemal bal kişand ser nîjadkujiya li erdnîgariya Kurdan tê kirin û herî dawî got, "Ez bang li gelê me yê Bakurê Kurdistanê dikim; raste bedelên ku em didin gelekî giran e, lê bedel çi dibe bila bibe xaka xwe û welatê xwe neterikînin û neçin bajarên dagirkeran û welatên cuda. Xaka mirov bingeha hebûna mirovan e. Xaka mirov û welatê mirovan nebe, hingî milet jî nîne."

SEYWAN KERÎM: JI HER DEMÊ BÊHTIR PÊWÎSTÎ BI KONGREYA NETEWEYÎ HEYE

Welatiyê bi navê Seywan Kerîm, ku bi xwe Kakaî ye, herî zêde li ser siyasetên dagirkeran ên hevpar li ser gelê Kurd tê meşandin rawestiya. Seywan got: "Di dîroka Kurdan de li her çar parçeyê Kurdistanê hêzên dagirkeran her tim bi poltîkayên xwe yên tinekirinê, ji bo ku gelê Kurd ji welatê wan, ji xaka wan qut bikin di nava hewldanan dene. Ev di heman demê de êrîşek li ser erdnîgariya Kurdan e: Hem jî li ser gelê Kurd polîtîkayekê hevbeş e. Ev polîtîka ji bo ku netewek bi navê Kurd di cîhanê de nehêlin tê meşandin. Em meyze bikin, li Rojavayê Kurdistanê çeteyên DAIŞ'ê jî heman tiştî dike, Beşar Esad jî dike û li Bakurê Kurdistanê jî hikûmeta AKP’ê vê dike." 

Seywan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Lê nizanin ku gelê Kurd xwedî çandeke berxwedêr e, dîrokek kevnare ye. Ti hêzê heta niha niha nekariye wan ji welatê wan û xaka wan derxîne. Wê ji îro û pê ve jî nikaribin. Lewma hikÛmeta AKP'ê ji hêza gelê Kurd ditirse."

Seywan li ser yekîtiya gelê Kurd sekinî û bal kişand ser girîngiya pekhatina Kongreya Neteweyî: "Berxwedana gelê me yê Bakurê Kurdistanê dimeşîne, hikûmeta AKP'ê bêçare hiştiye. Ji ber vê yekê, ez bang li tevahî Kurdan dikim, em li dîroka xwe û li xwe vegerin da ku em bikaribin tevahî xaka xwe û welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin. Ev jî bi ruhê yekgirtina neteweyî û bi hevgirtina Kurdan dibe. Lewma ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi kongreya neteweyî heye."

...