Terora dewleta Tirk a li ser sînorê Rojava: Ciwanekî ji Efrînê hat qetilkirin

Êrîşên leşkerên Tirk ên li hemberî gelê li Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Leşkerên dewleta Tirk li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî ji Efrînê qetil kirin.

Leşkerên Tirk duh bi şev gule li ciwanê Kurd Mamo Hemo Hisên ê ji navçeya Efrîn Şêrawa reşandin û ew qetil kirin. Bûyer li gundê sînor Şêlteilê yê ser bi navçeya Şera qewimî. Di vê bûyerê de, leşkerên Tirk ên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê bi cih bûbûn, gule li ciwanê Kurd reşandin.

Hisên bi fîşeka li sînga wî ketî birîndar bû û welatiyan ew rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li navenda Efrînê. Tevî hemû hewldanên doktoran jî jiyana xwe ji dest da.

Leşkerên Tirk ev hefteyeke 3 Kurdên ji Rojava li bin xetê qetil dikin.

Di 29’ê Hezîranê de Mislim Osman li Kobanê û di 2’ê Tîrmehê de Cafer El-Hemûd li Efrînê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin.