Gerîlayê HPG’ê Batûr li Bazîdê hate definkirin

Gerîlayê HPG’ê Omer Batûr (Hamza Kurdistan) ê hefteya bihurî li Qamûşanê di şerê navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Qemrecîkê yê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê hate definkirin.

Li herêma Boyali ya navçeya Qamûşanê ya Qersê di 30'ê Hezîranê de şer derketibû, di şer de gerîlayê HPG'ê Omer Batûr (Hamza Kurdistan) jiyana xwe ji dest dabû. Piştî karûbarên otopsiyê yê li Erziromê, ji hêla malbatê ve hat wergirtin û li gundê Qemercîkê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê hat definkirin. Di merasîma cenazeyê Batûr de hevşaredarê Bazîdê Rohat Ozbay, rêveberên HDP, DBP û TUHAD-DER'ê jî di nav de bi sedan kes amade bûn.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Batûr li gund hat definkirin. Hevşaredar Rohat Ozbay di merasîma cenaze de axivî û diyar kir di cejnê de jî zilmê li Kurdan dikin û wiha got: "Heke em îro hatibin vir em bi saya şehîdên xwe hatine. Bi saya wan îro serê me bilind e. Em ê her dem rêya wan bişopînin."

Piştî axaftinan dua hatin kirin, girse ji goristanê veqetiya.