Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) li gundê Nehlê yê Asûriyan ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat bîranîn.
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 6 tîrmehê 2016, 09:58
Merasîmên bîranîna gerîlaya PKK'ê Zîlan, dewam dikin. Yek ji van bîranînan li gundê Nehlê pêk hat, ku gundekî Asûrî ye. Di merasîma ku mirovên Asûrî lê amade bûn de hat ragihandin, çalakiya Zîlan bersiva herî mezin e li hemberî faşîzma dixwaze yekîtiya gelan tine bike. Qisekeran gotin, "Zîlan sembola yekîtî û hevgirtinê ye. Zîlan keçeke Kurd e, lê ruhê wê daxwaza azadiyê ya hemû gelan e. Ji ber vê yekê ev çalakî û armanca wê ji bo me gelekî hêja ye. Hêzên faşîst ên mîna AKP û DAIŞ dixwazin gelan qir bikin. Lê gel wê li hemberî van li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Hêzên faşîst wê li pêşberî qehremaniya Zîlan timî têk biçin. Zîlan lehengeke ku ji gelan hez dikir û ji bo gelan şer dikir, bû.
Kurd û Asûrî bi salan bi hev re jiyan. Ji bo em û cîranên me li hemberî hev rabin, faşîzmê gelekî hewl da. Gelek dek û dolab gerand. Xwestin yekîtiya gelan ji holê rakin. Ev plan îro jî dewam dike. Lê belê weke gelê Asûrî em ê nekevin vê xefika dijmin. Têkiliya me ya bi xwişk û birayên me yên Kurd re, ji berê ve heye. Yekîtiya li Rojava nîşaneya herî xurt a vê yekê ye. Li Rojava Asûrî û Kurd li heman eniyê li dijî dijmin şer dikin. Bi hev re bajarên xwe diparêzin. Bi sedan şervanên Asûrî yên îro dane ser şopa Zîlan, li Rojava li dijî faşîzmê şer dikin. Weke gelê Suryanî, li dijî her şêwe êrîşên AKP, DAIŞ û hêzên din ên dijmin, em ê tevî Kurdan li ber xwe bidin û şer bikin. Heta ku em faşîzmê ji ser xaka xwe bavêjin."