Berxwedêrên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Mirovên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan, li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Goristana Gundê Avgamasya, ku gorên berxwedêrên xwerêveberiya li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan lê ne, hat ziyaret kirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan, Hevşaredarên Dêrgulê Ozlem Kûtlû û Mehmet Demîr, endamên KJA û rêveberên HDP û DBP'ê goristan ziyaret kirin.

Kerîme Kulter dayika rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter jî di nava girseya çû serdana goristanê de cih girt. Dayikan li ser gorên zarokên xwe dua kirin û şekir dan zarokan.

Hevseroka KCD'ê Guven di dema serdanê de axivî û got, "AKP çiqasî hewl bide me biqedîne jî, çiqasî bêje 'me qedandiye' jî, yên mayî wê ew ciwan bin, wê berxwedana gelê Botanê be. Mîna serdemên beriya niha, em ê vê dema zor û zehmet li dû xwe bihêlin."