Wêje û gerîlatî bi hev re

Îskan Amed ku tevî gerîlatiyê li ser wêjeyê jî dixebite dibêje, jiyana gerîla derfetê dide mirovan ku xwe ji gelek aliya ve bi pêş bixin.

Îskan Amed ê li nava gerîla li ser wêjeyê jî dixebite, di sala 1979'an de li navçeya Farqîn a Amedê ji dayik bû. Malbata wî ji ber ku welatparêz bû, timî bû hedefa zextên dewletê. Ji ber van zextan neçar man koçî Pasûrê bikin. Di sala 1992'an de piştî ku Pasûr ji aliyê dewleta Tirk ve hat xerakirin, malbatê koçî navenda Amedê kir.

Amed da xuyakirin, ku ji ber zexta dewletê ew çûn metropolên Tirkiyeyê û bi bûyerên bi serê wan hatî re, wî rastiya dewletê baştir fêm kiriye. Amed di encama vê yekê de, di sala 2003'an de tevlî nava refên gerîla bû û destnîşan dike ku wî hestên azadiyê yên rasteqîn li çiyê dîtiye.

'NE TENÊ ŞERVANEK E'

Amed dide zanîn, ku gerîla ne tenê şervanekî dest bi çek e û balê dikişîne ser aliyên nivîskarî, helbestvanî û wêjeyî yên gerîla: "Gerîla piralî ye. Ji aliyê bîrdozî, siyasî, rêxistinî, jiyan, çand û wêjeyê ve hem xwe li gorî xwezaya di nav de dijî, hem jî li gorî erdnîgariya xwe bi rêk û pêk dike."

Amed işaret bi girîngiya jiyana li çiyê kir û qala karê xwe yê wêjeyê kir: "Ji bo min jiyana li çiyê, nivîsandina li çiyê, mîna eşqekê ye. Em di nava şerekî de ne. Bi qasî heft salan li Botanê, li Gabarê mam; gelek heval li kêleka min şehîd ketin. Ji bo bîranînên hevalên xwe yên şehîd ketine bidim jiyîn, min dest bi nivîsandinê kir. Tevî ku bi nivîsên xwe nikarim bi têrkerî qala wan bikim jî, nivîsandina wan ji bo min weke deynekî ye. Lewma di nivîsên xwe de ewilî qala hevalên şehîd ketine dikim. Ji bo min erkekî pîroz e ku wan bi yên wan nas nakin bidim naskirin. Şehîdên me afirînerên vê şoreşê ne. Divê her kes wan nas bikin. Pêwîste em bi cîhanê bidin nasandin bê têkoşîna me ji aliyê kê ve bi çi rengî hat pêşvebirin."

LI SER JIYANA ADIL BILIKÎ DINIVÎSÎNE

Helbestên Amed di pirtûka 'Azadiya tê hîskirin, Gabar' de hatin berhevkirin. Pirtûk di sala 2012'an de ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ve hat weşandin.

Gerîla Îskan Amed, tevî pirtûka ji helbestan, lromanekê jî dinivîsîne û di vê romana xwe de qala fermandarê efsanewî yê gerîla Adil Bilikî (Ramazan Aybî) dike.

...