KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
2 şervanên YPG’ê ji bo rêwitiya dawî oxira wan hate hilanîn
Şervanên YPG’ê Ednan Şahîn (Şahîn Rojava) û Dogan ku li Şeddadê û Hesekê jiyana xwe ji dest dayin, li Goristana Şehîd îsmaîl hatin veşartin. -
Li Qoserê şerê dijwar
Li taxa Berçem ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê şerê dijwar diqewime. Ji taxê dengê çekan bilind dibe û gelek ambûlans hatin veguhestin. -
Tevgera Ekolojiyê bang li ekolojîstên dinyayê kir
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser şewatên li Kurdistanê yên ku bi destê dewleta Tirk pêk tên û bang li ekolojîstên dinyayê kir da ku weke şandeyeke werin Kurdistanê. -
Koçberiya ber bi Efrînê ve her ku diçe zêdetir dibe
Bi hezaran koçber ên ku ji bajarên cuda yên Sûriyeyê bi taybet ji herêma Şehbayê hatine, gihiştin Efrînê. Koçberan da zanîn ku çete sivîlan direvînin û mîna mertalên zindî bikar tînin. -
Polîsên Tirk li Wanê kesek înfaz kirin
Polîsên Tirk li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê bi ser malekê de girtin, kesek înfaz kirin, 2 kesên din jî binçav kirin. -
Çalakiyên gerîla her ku diçe zêdetir dibin
Çalakiyên gerîlayan her ku diçe berfirehtir dibin. Gerîlayan, li dijî Qereqola Pay ku li navçeya Erdîş a Wanê ye û 80 endamên JOH’ê tê de bûn, çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de beşek mezin a avahiya qereqolê îmha bû. -
HPG: AKP ji bo têkçûna xwe binixumîne, propaganda şerê taybet zêde dike
HPG'ê diyar kir, rejîma AKP'ê ya faşîst, ji bo têkçûna xwe binixumîne, propaganda şerê taybet a xwe dispêre derewan zêde dike. -
Hatîp Dîcle: Li Licê hewl dan 34 kesî bişewitînin
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle bal kişand ser bûyera li Licê ku leşkeran xwestin 34 kesî bişewitînin û diyar kir, rêxistinbûyîneke nû ya navê wê nehatiye bihîstin derketiye holê. Dîcle got, ev kom hewl dide mirovan di binê çavan de bişewitîne. -
Cenazeyê Fettah Erdem hat veşartin
Cenazeyê Fettah Erdem ê li Zozanê Kanî Spî ji ber teqîna mayîna leşkerên Tirk jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. -
Goran û YNK’ê lîsteyên xwe kirin yek
Tevgera Goran û YNK’ê lîsteyên Meclîsa Giştî ya bajêr di bin navê 'hevgirtina hêvî' de kirin yek. -
Cenazeyên 4 şervanan li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên di operasyona Şehîd Ebû Leyla û li Eyn Îsayê jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê hatin veşartin. -
Li Bezelê çalakî: Gelek leşker mirin
Li herêma Bezelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê, di çalakiyekê de gelek leşker hatin kuştin. -
Baroyan ji bo Hûrşît Kulter bang kirin
Rêveberên 15 baroyan li Çewlikê li hev civiyan û ji bo Rêveberê DBP'ê Hûrşît Kulter ê 45 roj in agahî jê nayê girtin, bang kirin. -
Pêşmergeyên PDK'ê gule ciwanên li Rojavayê Kurdistanê barandin
Pêşmergeyên PDK'ê gule li gundên herêma Koçerat barandin. Di encama vê êrîşa PDK'ê de ciwanek birîndar bû. -
Hizba Ayîndeya Kurdistanê tevlî nava YNK’ê bû
Hizba Ayîndeya Kurdistanê, ku di sala 2012'an de damezrandin, biryar da tevlî nava YNK'ê bibe. -
Minbic gav bi gav rizgar dibe: 26 çeteyên din hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî yıa Minbicê gav bi gav taxên bajêr rizgar dikin. Di şerê li taxên Hezawne û Sebî Behrat de 26 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Şerê li van herêman dewam dike. -
Tora kontr-gerîla ya MÎT û PDK'ê ya li Başûr hat deşîfrekirin
Hin ji çeteyên kontr-gerîla yên bi hevkariya MÎT-Parastin (rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê) li Başûrê Kurdistanê hatin birêxistinkirin, hatin deşîfrekirin. -
Konferansa Şaredariyên Bakurê Suriyeyê di roja duyemîn de ye
Yekemîn Konferansa Şaredariyên Bakurê Sûriyeyê-Rojavayê Kurdistanê, di roja duyemîn de ye. -
Li Hesekê 12 cangorî bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 12 têkoşerên azadiyê yên di berxwedana li Hesekê û Şedadê de jiyana xwe ji dest dan, li Hesekê bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes lê amade bûn, hatin veşartin. -
Hejmara mirovên li Çelê jiyana xwe ji dest dan bû 2 kes
Li Çelê, ku tê îdîakirin di dema derbasbûna ji ber Fermandariya Tûgaya Sînor a Jendermeyan a Duyemîn de topa hawanê li wesayîta wan ket, ji birîndarên di wesayîtê de zaroka bi navê Viyan Kanat jiyana xwe ji dest da. -
Li hemberî Qereqola Jendermeyan a Payê çalakiya bi wesayîta bombebarkirî
Li navçeya Wan Erdîşê, li hemberî Fermandariya Qereqola Jendermeyan a Payê, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hat lidarxistin. -
Ferhad Dêrik: Pêngava Minbicê wê Sûriyeyê demokratîk bike
Endamê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federasyona Demokratîk Ferhad Dêrik destnîşan kir, ku Pêngava Rizgarkrina Minbicê ya di 1'ê Hezîranê de destpê kir, ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê gaveke stratejîk e. -
Li Minbicê 19 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ji du baskan pêk hatin ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin şikandin. Di şer de 19 kuştiyên çeteyan çêbûn, cenazeyên 12’an jî ketin destê şervanan. -
Li Colemêrgê topeke hawanê li wesayîtekê ket: 1 mirî, 6 kes birîndar in
Li nevçeya Çelê ya Colemêrgê di encam topeke hewanê ya li wesayîtekê ket de, zarokek jiyana xwe ji dest da, ji 6 birîndaran 2 jê giran in. -
Bahoz Erdal li ser kar e
Nûçeya ajansa fermî ya dewleta Tirk a AA’yê ku digot yek ji fermandarê HPG’ê Dr. Bahoz Erdal ‘’hatiye kuştin’’ careke din hate derewandin.