Pêşmergeyên PDK'ê gule ciwanên li Rojavayê Kurdistanê barandin
Pêşmergeyên PDK'ê gule li gundên herêma Koçerat barandin. Di encama vê êrîşa PDK'ê de ciwanek birîndar bû.
Pêşmergeyên PDK'ê gule li gundên herêma Koçerat barandin. Di encama vê êrîşa PDK'ê de ciwanek birîndar bû.
Dema ku 3 ciwanên ji gundê Banê Şikeftê yê herêma Koçerat a girêdayî Dêrikê hewl didan ji sînor derbas bibin û ji bo peydakirina pêdiviyên xwe biçin Başûrê Kurdistanê, pêşmergeyên PDK'ê gule li wan barandin. Di encamê de ciwanê bi navê Nebîl Dawûd Talan, ji lingê xwe birîndar bû. Her wiha du hespên ku pê tiştên xwe radikin, di cih de mirin.
Li gorî agahiyên ji gund hatin wergirtin, Nebîl Dawûd Talan (19), Yûsiv Ebdî (22) û Hiznî Mihemed Elî (19), dixwestin biçin Başûrê Kurdistanê da ku pêdiviyên xwe yên rojane ji bazarên başûr peyda bikin. Di vê demê de pêşmergeyên PDK'ê gule li wan barandin.
Hat ragihandin, ciwan li gundên di herêma di navbera gundê Sihêla yê başûrê Kurdistanê û gundê Gire Sor ê Rojava de, bûn hedefa guleyên pêşmergeyên PDK'ê.