Ferhad Dêrik: Pêngava Minbicê wê Sûriyeyê demokratîk bike

Endamê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federasyona Demokratîk Ferhad Dêrik destnîşan kir, ku Pêngava Rizgarkrina Minbicê ya di 1'ê Hezîranê de destpê kir, ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê gaveke stratejîk e.

Endamê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federasyona Demokratîk Ferhad Dêrik bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ên li Şedadê, Hesekê, Girê Spî û Eyn Îsa ku piştî destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Minbicê zêde bûn û diyar kir, ev êrîş li hemberî Sîstema Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê tên kirin.

Dêrik da zanîn, ev êrîş di heman demê de nîşaneya tinebûna çeteyên DAIŞ'ê ye û bi van êrîşan ve DAIŞ dixwaze nîşan bide ku li ser piyan e û dorpêçiya li ser Minbicê rake.

Dêrik da xuyakirin, ku Minbicê gav bi gav digihêje azadiyê û destnîşan kir, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi fedekariyeke mezin li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Dêrik ragihand, rizgariya Minbicê, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a xwe dispêre hiqûqa wekhev, edalet û azadiyê ya hemû bawerî û gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Çerkes, Ermenî, Tirkmen, gaveke girîng û krîtîk e.

Ferhat Dêrik işaret bi êrîşên hemwet ên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ên li hemberî Girê Spî û got, ev êrîş ji pêngava rizgrkirina Minbicê ne cihê ne, dewleta Tirk di ser Cerablûsê re êrîşên li hemberî Minbicê organîze dike.

Endamê Meclîsa Damezrîner Dêrik da zanîn, li ser hevkarî û desteka dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ'ê re gelek belge di destê wan de hene û anî ziman, helwesta dijminane ya dewleta Tirk a li hemberî Rojava, ji destpêka şoreşa Rojava ve dewam dike, bi taybetî piştî 24'ê Cotmehê ev helwesta xwe ya dijminane veguherandiye êrîşên leşkerî.

Ferhad Dêrik li gorî belgeyên di destê wan de ne; dewleta Tirk deriyên xwe li çûn û hatine çeteyan vedike, çek, cebilxane û alîkariya lojîstîkî dide çeteyan, çeteyên birîndar dibe Tirkiyeyê û lê derman dike, petrolê ji çeteyan dikire û tevî DAIŞ'ê qaçaxçîtiya berhemên dîrokî dike.

Dêrik bang li dewleta Tirk kir ku êdî helwesta xwe ya dijminane û pêkanînên qirêj ên li dijî Rojava, YPG/YPJ û QSD'ê biterikîne û bes destekê bide çeteyan.

Ferhad Dêrik di heman demê de bang li hemû hêzên di nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de cih digirin kir, zexta xwe ya li ser Tirkiyeyê zêde bikin ji bo dest ji desteka xwe ya ji bo çeteyan berde û siyaseta dijminatiya li Rojava biterikîne.

Dêrik da zanîn, dewleta Tirk li pêşberî pêngava rizgarkirina Minbicê gelekî bêdeng e lê bi hêrs e û destnîşan kir, bi vê pêngavê ve careke din polîtîkaya derve ya dewleta Tirk têk çûye.

Ferhad Dêrik herî dawî diyar kir, germbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê wê bandorê li polîtîkaya Rûsyayê ya li ser Sûriye û Rojava neke.