Li Hesekê 12 cangorî bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Cenazeyên 12 têkoşerên azadiyê yên di berxwedana li Hesekê û Şedadê de jiyana xwe ji dest dan, li Hesekê bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes lê amade bûn, hatin veşartin.

Cenazeyên 12 têkoşerên azadiyê yên di berxwedana li Hesekê û Şedadê de jiyana xwe ji dest dan, li Hesekê bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes lê amade bûn, hatin veşartin.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdilkarîm Sarûxan, Hevserokê Desteya Parstinê yê Kantona Cizîrê Rêzan Gulo , Hevserokê Desteya Karûbarê Civakî Dijwar Ehmed, Cîgirê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Husên Ezam, Endama Rêveber a Kongreya Star Welîda Bûtî, Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb û bi hezaran welatiyên Hesekê û gundên wê, ji bo wergirtina cenazeyên 12 têkoşerên azadiyê li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bûn.

Girseya gel bê navber dirûşmên dilsoziya bi hêzên QSD û şehîdan re qîriya. Saet di 17.00 cenazeyên Endamê Asayîşê Husên El-Şêx, şervanê YPG’ê Hesen Ismaîl (WEhîd Telai), Endamê Hêzên Parastina Civakî Mihemed El-Hesen, Endamê Erka Xweparstinê Fîras Ibêd, şervanê YPG’ê Sîfedçm Xelîl (Baran Mîdya), Endamê Erka Xweparstinê Mihemed Hewaş, Şervanê QSD’ê Mihemed El-Mehmûd, şervanê YPG’ê Mihemed Xelef, Şervanê YPG’ê Mistefa Elî (Agirî Hesekê), Şervanê YPG’ê Ehemed Elî (Agirî Hesekê), Şervanê QSD’ê Berzan Ereb û şervanê YPG’ê Fîras Ibêd ên di êrîşa xwekujî ya li dijî firina Hesekê, her wiha di berxwedana Şedadê û Hesekê de jiyana xwe ji dest dan wergirtin.

Girseya ku alên YPG, QSD, YPJ, TEV-DEM û PYD’ê vekir û bê navber dirûşme qîriya, cenaze bi karwanek ji wesayîtan bir goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê.

Li cihekî nêzî goristanê, welatî ji wesayîtan peyda bûn, darbest hilgirtin ser milan û ber bi goristanê ve meşiya. Piştî ku xwe gihandin goristanê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ya endamên Erka Xweparastinê destpê kir.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatma Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Hesendestnîşan kir ku gelên Rojava bi saya şervanên xwe azad dijîn û êrîşa xwekujî ya li Hesekê bi tundî şermezar kir. Fatma Hesen got, êrîşkar li dijî nirxên Îslamê û tevahiya mirovahiyê ye.

ŞEHÎDÊN NETEWEYA DEMOKRATÎK

Di berdewam merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser Hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Rêzan Gulo axivî. Gulo sersaxî ji malbatan re xwest û destnîşan kir ku çeteyan li Minbic îflas kirine êrîşî gelê sivîl dikin û şehîdên têne oxirkirin wekî Şehîdên Neteweya Demokratîk bi nav kir. Gulo di berdewama axaftina xwe de got, bi saya têkoşîna cangoriyan wê Federaliya Demorkatîk li herêmê pêk were û soz da ku wê bi hemû hêza xwe parastina destketiyên gelê herêmê bikin.

Di merasîmê de her wiha li ser navê MSD’ê Hikmet Hebîb axivî û diyar kir, şehîdên Hesekê şehîdên parastina mirovahiyê ne. Hebîb bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ’ê dijminên hemû mirovahiyê ne û şervanê Rojava li dijî wan tekoşîneke mezin nîşan didin. Hebîb teqez kir, projeya wan Sûriyeya Demorkatîk e û got, bê guman projeya Federaliya Demokratîk bi destê gelê Sûriyê pêk hatiye avakirin û yekîtiya gelê Sûriyê nîşan dide. Hebîb wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wê projeya demokatîk bibe nimûne ji tevahiya Sûriyê re."

Li ser navê Kongreya Star Wîlda Bûtî û li ser navê Yekîtiya Oldarên Îslamî yên Rojava Miheme Reşîd jî axivîn û gotin, şervanan ji bo azadiya hemû pêkhateyan canê xwe dane û soza şopandina rêya wan dubare kirin.

Piştî axaftinan sicîlên şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan ji aliyê girseyê ve hatin rakirin û bi dirûşmeyan hatin veşartin.