Hizba Ayîndeya Kurdistanê tevlî nava YNK’ê bû

Hizba Ayîndeya Kurdistanê, ku di sala 2012'an de damezrandin, biryar da tevlî nava YNK'ê bibe.

Hizba Ayîndeya Kurdistanê biryar da tevlî nava Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) bibe. Tevî vê biryara tevlîbûnê, hê di asta polîtburo de di navbera her du aliyan de civînek li ser mijarê nehatiye lidarxistin.

Hizba Ayîndeya Kurdistanê ya bi serokatiya Qadir Ezîz, di sala 2012'an de ji Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan qut bû û weke partiyeke serbixwe xwe bi rêxistin kir.

Berpirsê polîtburoya Hizba Ayînde Nesrûllah Sûrçî li ser mijarê ji Rojnewsê re axivî û got; "Ev demeke projeya tevlîbûna Hizba Ayînde li nava YNK'ê hebû. Ev proje êdî ket meriyetê."

Nesrûllah Sûrçî da xuyakirin, ku heta niha di navbera aliyan de li ser mijarê hê civîneke hevpar nehatiye lidarxistin û got, "Lê belê Sekreterên her du hizban têkildarî mijarê guftûgo kirine û Hizba Ayînde jî ne li dij e."
 
Nesrûllah Sûrçî wiha jî axivî; "Tevlîbûna Hizba Ayînde ji bo nav YNK'ê ne lihevkirineke. Ji ber ku di demê pêş de wê Ayînde bibe YNK."