Çalakiyên gerîlayan her ku diçe berfirehtir dibin. Gerîlayan, li dijî Qereqola Pay ku li navçeya Erdîş a Wanê ye û 80 endamên JOH’ê tê de bûn, çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de beşek mezin a avahiya qereqolê îmha bû.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 10 tîrmehê 2016, 14:44
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li hemberî operasyon û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta AKP'ê li Kurdistanê dimeşîne, çalakiyên berfireh ên hêzên wan li her qadê dewam dikin.
HPG’ê di daxuyaniyê de têkîldarî çalakiyên gerîla û şerên qewimîne ev detay parve kirin:
LI DIJÎ QEREQOLA PAY KU 80 JOH LÊ BÛN ÇALAKÎ
“Êvara 9'ê Tîrmehê, yekîneyeke me ya gerîla li hemberî Qereqola Jendermeyan a Pay a ser bi navçeya Wan Erdîşê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ev çalakî bi teqemeniyeke zêde hat kirin û li vê qerqolê zêdeyî 80 leşkerên Jendermeyên Tîmên Taybet (JOH) hebûn.
Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, beşeke mezin a avahiya qereqolê di encama teqînê de îmha bûye.
Ev çalakî, li dijî êrîşên dewleta TC a dagirker ên li hemberî gelê me bi taybetî gelê Licê û ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Amedê şehîd ketin, ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Destan ve hat lidarxistin.
LI ÇELÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN
Hêzên me roja 8'ê Tîrmehê saet di 09:00 de bi çekên giran li qereqola Girê Sor a ser bi Tûgaya Çelê ya Colemêrgê dan. Di encamê de leşkerek mir. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt qada Bêtkarê. Ji ber bomberdûmanê şewat derket.
Roja 9'ê Tîrmehê saet di 07:00 de, li hemberî leşkerên diçûn 'Genîş Tepe' ya li Geliyê Masîro yê Şemzînanê, hêzên me bi çekên giran çalakî pêk anîn. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.
LI ŞIRNEXÊ ŞER
9'ê Tîrmehê saet di 23:00 de, yekîneyeke me dema li herêma gundê Avkamasiya yê Şirnexê bi erka xwe radibû, li leşkerên Tirk rast hat û şer derket. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vir nehat zelalkirin. Hêzên me bi rengekî serketî vegeriyan baregehên xwe.
9'ê Tîrmehê saet di navbera 13:30-14:30 de, hêzên me ji sê baskan ve li leşkerên li Girên Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremarê xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vê derê nehat zelalkirin.
ARTÊŞA TIRK LI TENDUREKÊ MAYINAN DATÎNE
Artêşa TC li qada Tendurekê mayînan bi cih dike. Roja 9'ê Tîrmehê, ji ber teqîna van mayînan a li mintiqeya Taşkesen a li Giyadînê, sivîlekî jiyana xwe ji dest da, sivîlek jî birîndar bû.
BALAFIRÊN ŞER XAKÛRKÊ BOMBE KIRIN
Roja 9'ê Tîrmehê saet di navbear 10:30-11:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li quntara Çiyayê Gostê, herêma Ranya Pirê û derdora çemê Hacibeg ên Xakurkê barandin.
NASNAMEYÊN 3 GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE
8'ê Tîrmehê saet di 04:00 de, hêzên me yên gerîla li xeta Oremar-Şemzînanê çalakiyên berfireh lidar xistibûn. Me dabûn xuyakirin, ku di van çalakiyan de 3 gerîlayên me şehîd ketine. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine bi vî rengî ne:
Nasnav: Axîn Fedakar Cûdî
Nav Paşnav: Pinar Begenîr
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gulê-Alî
Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016/Oremar
Nasnav: Çarçela Welat
Nav Paşnav: Rojda Yalçin
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Hanimşah-Metîn
Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016/Oremar
Nasnav: Hogir Serêkaniyê
Nav Paşnav: Veysî Akgul
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Sûltan-Alî
Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016/Oremar
LI ÎDIRÊ 3 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Roja 3'ê Tîrmehê, artêşa TC li herêma Kirêkor a Îdirê bi yekîneyên veşartî operasyonek dabû destpêkirin. Tîmeke me ya ji 3 gerîlayan a li vê herêmê bi erka xwe radibûn, saet di 19:30 de li van yekîneyan rast hat û li vir şerekî bi qasî saetekê qewimî. Di vî şerê giran de 3 gerîlayên me şehîd ketin. Li ser kuştiyên artêşa TC agahiyek zelal bi dest neket. Operasyona 4 rojan dewam kir, roja 7'ê Tîrmehê qediya.