HPG: AKP ji bo têkçûna xwe binixumîne, propaganda şerê taybet zêde dike

HPG'ê diyar kir, rejîma AKP'ê ya faşîst, ji bo têkçûna xwe binixumîne, propaganda şerê taybet a xwe dispêre derewan zêde dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û got, "AKP di şerê xwe yê qirêj de, roj bi roj propaganda şerê taybet a xwe dispêre derewan zêde dike."

Daxuyaniya li ser mijarê bi vî rengî ye: "Her tiştên AKP li ser Kurdistanê û Tevgera Azadiyê bilêv dike, derew in. Mîna derewa ku ev 2 roj in der heqê hevalê me Bahoz Erdal de dike, ji sedî 95 ê hemû tiştên li ser pêvajoya şer radigihîne jî derew in; bi armanca şerê psîkolojîk tên kirin. Divê gelê me bi ti awayî ji van propagandayan bawer neke. Ew hewl didin bi van derewan ji hev ketina xwe veşêre, têkçûn û namerdiya xwe binixumînin. Lê belê divê baş were zanîn; ev rejîma faşîst wê di nava derewên xwe de bifetise."