Cenazeyên 4 şervanan li Kobanê hatin veşartin

Cenazeyên 4 şervanên di operasyona Şehîd Ebû Leyla û li Eyn Îsayê jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê hatin veşartin.

Şervanên Tabûrên Şemis El-Şemal ên ser bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Salih Cezra û Maimûn El-Şiblî ku di operesyona Şehîd Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan û şervanên YPG'ê Saîd Teymûr (Rêzan Cûdî) û Ferhad Çopan (Rojhat Daban) ên li gundê El-Qadiriyê yê bajarokê En Îsa jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dîcla ya Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin.

Di destpêkê de şervanên Erka Xweparastinê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Piştre Serokê Desteya Parastinê ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û got: "Bajarê Minbicê ku ji gelek pêkhateyan pêk tê roj bi roj rizgar dibe. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li herêmê ji bo rizgarkirina bajarê xwe ji DAIŞ'ê destaneyên berxwedanê bi canên xwe dinivîsin."

Paşê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê û Fermandariya Tabûrên Şemis El-Şemal axaftin hatin kirin. Qisekeran diyar kirin, operesyon li herêma Minbicê bi dijwarî dewam dike û  gotin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hember çeteyan her bi pêş ve diçin.

Piştî axaftinan nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên têkoşeran spart axê.