Konferansa Şaredariyên Bakurê Suriyeyê di roja duyemîn de ye

Yekemîn Konferansa Şaredariyên Bakurê Sûriyeyê-Rojavayê Kurdistanê, di roja duyemîn de ye.

Yekemîn Konferansa Şaredariyên Bakurê Sûriyeyê-Rojavayê Kurdistanê, di roja duyemîn de ye.

Duh di saetên serê sibehê de di bin dirûşmeya ‘Şaredariyên Demokratîk, bingeha pêşxistina federasyona Bakurê Sûriyê ne’, li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlan, bi beşdariya 400 delegeyên ji hemû şaredariyên kantonên Rojavayê Kurdistanê û herêmên bakurê Sûriyê û  her  wiha gelek mêvanan, destpê kir. Li ser navê Desteya Rêveberiyên herêmî û Şaredariyan, TEV-DEM û Sîstema Federaliya Demokarîk a Rojava-Sûriyê û her wiha li ser navê gelek aliyên beşdar, axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan derbarê kar û xebatên Şaredariyan de, belgefîlmek hat nîşandan. Paşê jî dest bi xwendin û nirxandina raporên  xebatê yên şaredariyan hat kirin. Nirxandina raporan heta danê êvarê dom kir, paşê navber hat dayîn.

Li gorî ku hatiye plankirin, konferans  wê du rojan bidome, ji bo wê jî konfrans îro serê sibehê dîsa destpê kir.

Li gorî agahiyên ku ji komîteya amadekar a konferansê hatine wergirtin, di roja duyemîn de wê rapor werin, xwendin, rêzikname were nîqaşkirin, pêşinyarên ku ji aliyê beşdaran ve werin kirin, dê bên nirxandin. Her wiha di  dawiya konferansê de jî dê biryar werin girtin û pilansaziya kar û xebata dema pêş jî bê derxistin.

Tê payîn ku encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.