Tora kontr-gerîla ya MÎT û PDK'ê ya li Başûr hat deşîfrekirin

Hin ji çeteyên kontr-gerîla yên bi hevkariya MÎT-Parastin (rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê) li Başûrê Kurdistanê hatin birêxistinkirin, hatin deşîfrekirin.

Li gorî nûçeya di malpera Lekolin.org de hat weşand, di encama xebatên yekîneyên ewlekariyê de, li herêmên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyeyê, 9 çeteyên ser bi îstîxbarata Tirk MÎT û îstîxbarata PDK'ê Parastin dixebitin û karê kontr-gerîla dimeşînin, her wiha yekîneyên herêmî yên bi van ve dixebitin, hatin tespîtkirin.

TORA ÇETEYÊN KONTR-GERÎLA YA SER BI MÎT Û PARASTINÊ HATIYE AVAKIRIN

Çeteyên kontr-gerîla yên ji aliyê PDK-Parastin û TC-MÎT ve li dijî PKK û partiyên din ên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê hatin perwerdekirin, derket holê ku di mijara taktîkên şerê taybet ên weke berhevkirina îstîxbaratê, sabotaj, sûîqest, şopandin, revandin, lêpirsîn û înfazê de li herêmên taybet ên li Kûştepe ya Hewlêrê û Zawîta ya Duhokê hatine perwerdekirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ev çeteyên kontr-gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li navçeyên Zaxo, Amediye, Derelok û Şedalizê yên Duhokê; Diyana, Çoman, Werte û Qastre yên Hewlêrê; Ranya, Sengeser û Qeladizê yên Silêmaniyeyê dixebitin. Duhok, Hewlêr û Silêmaniye jî weke navendên vî karê kontr-gerîla tên bikaranîn.

Çend ji van çeteyên kontr-gerîla yên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên li Başûrê Kurdistanê ve hatin tespîtkirin û têkiliyên wan ên li herêmê, tevî nav û wêneyên wan bi raya giştî re hatin parvekirin.

Bi van hemû kesan re nasnameya PDK'ê heye. Nav û nûmarayên pasaportê yên çend ji van çeteyên kontr-gerîla bi vî rengî ne:

-              Kerem Kalelî- Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00032641)
-              Mûstafa Mesten Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00016350)
-              Kemal Demîrtaş –Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00032405)
-              Huseyîn Kirmit – Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00032667)
-              Mûstafa Toker – Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00020641)
-              Savaş Kûtlûk – Çeteyê TC-MÎT (Pass no: U10997962)
-              Rêbend Mihemed Hemed – Çeteyê Başûr-MÎT-Parastin
-              Nevzat Abdullah – Çeteyê Başûr-MÎT-Parastin
-              Pola Omer Hesen – Çeteyê Başûr-MÎT-Parastin

Hat ragihandin, tevî van, hemû ajanên li gundên Lewce, Enzê, Bolê, Sûredê û Balayan ên Qendîlê ji MÎT-Parastinê re dixebitin hatin deşîfrekirin û tên şopandin.

AJANÊN LI GUNDÊN QENDÎLÊ JI MÎT-PARASTINÊ RE DIXEBITIN

Li gundên Bokrîskan, Zergele û Pirdeşal ên Qendîlê, navên kesên mehan di berdêla 800,000 dînarî (600 Dolarî) ji MÎT û Parastinê re sîxuriyê dikin, bi vî rengî ne:

-              Suleyman Nebî Abdurrahman, Bokrîskan
-              Mihemed Hesen, Pirdeşal
-              Dilşad, Bokrîskan

-              Alîxan, Bokrîskan
-              Mehmet Kûlaç, Zergele
-              Sabah (birayê keyayê berê), Zergele
-              Aras Şêx Omer, Bole
-              Mamoste Salih, Balayan
-              Haci Ehmed Reş, Xalatuka
-              Abbas Bayîz û kurê wî Kamûran, Enzê
-             Dilaver, Suredê
-              Kosrew Dsaik, Sidêka

Tê gotin, ev nokerên bi çeteyên MÎT-Parastinê re dixebitin, ji bo êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Tirk ên li hemberî gundên Qendîlê, bi rêya telefonên Samsûng (yên nû) wêne kişandine, koordînat diyar kirine û agahiyên îstîxbaratê kom kirine.

SÎXURIYÊ BI BI PDK'YIYÊN LI QENDÎLÊ DIJÎN RE DIDIN KIRIN

Çeteyên MÎT'ê yên ser bi Konsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê, ku xebatên sîxurkirinê yên li gundên Qendîlê tevî nokerên xwe yên Parastin dimeşînin, li Gran Otel a li Hewlêrê pêşniyara sîxuriyê li mirovan dikin. Parastin bang li kesên di komîteyên PDK'ê yên li gundên Qendîlê dixebitin de dike û wan dibe cem çeteyên MÎT'ê yên li Gran Otelê ji xwe re biryargehek ava kirine. Karê peydakirina sîxuran jî çeteyên MÎT'ê Mûstafa Toker û Savaş Kûtlûk di berdêla mehane 800,000 dînar (600 Dolarî) de dikin. Şexsekî ji bo MÎT û Parastinê li gundên Bokrîskan, Zergelê û Pideşalê xebatên keşfi û îstîxbarastê dimeşand û hat girtin, di îfadeya xwe de ev agahî da:

"Bi wesayîteke Parastinê ez anîn Grand Otel a li Hewlêrê. Li vê derê du endamên MÎT'ê ku dûre ez hîn bûm navê wan Mûstafa û Savaş e, pêşwazî kirin. Ji ber ku der barê min de berê agahî ji wan re hatibû dayîn, hema yekser dest bi mijarê kirin. Ji min re gotin, ku ez PDK'yî me, xizmên min di navbera salên 1992-1998'an de di operasyona hevpar a PDK û dewleta Tirk a li hemberî PKK'ê de ji aliyê PKK'ê ve hatine kuştin, ji bo hilanîna tola wan ew ê firsendê bidin min û ji min xwestin ku ji bo derxistina PKK'ê ji Qendîlê, ez alîkariyê bidim wan. Wêneyên kampên PKK, cebilxane, depoyên erzaqê û rêveberên PKK'ê nîşanî min dan û gotin, eger yekî ji van tespît bike û ji wan re bêjim, wê gelek pere bidin min. Di dewama axaftina xwe de gotin, li gundên Qendîlê mirovên ji wan re dixebitin hene, bi rêya telefonên mîna Samsûng wêneyan dikişînin û serê her wêneyî pereyan digirin. Her wiha dan xuyakirin, ku li Hewlêrê û Başûr gelek leşkerên Tirk ên bi kincê pêşmergeyan digerin hene, di dema operasyona Mûsilê de ew dixwazin derbeke giran li hêzên HPG û YBŞ'ê bixin. Kesê bi navê Mûstafa ji bo karibim xwe timî bigihînim wî, telefoneke bi marka Samsûngê ya li ser xeta Korekê dixebite û GPS'ek ji bo wesayîtan da min. Got ku nûmaraya (0751 130 9691) ya di telefonê de heye ya wî ye, lewma kengî bixwaze dikare li wî bigere. Di destpêkê de jî 1000 Dolar pere da. Diyar kiri ku ev pere wê di berdêla her wêne û agahiyan de bê zêdekirin û di nava salekê de wê karibe dewlemend bibe."

LI DUHOKÊ KAMPA PERWERDEYÊ YA KONTR GERÎLA

Li kampeke perwerdeyê ya amadekirina sekvanan a li Zawîta ya Duhokê, ku ya MÎT û Parastinê ye, çeteyên kontr-gerîla di dema perwerdeya xwe de guleyan berdidin wêneyên ji rêveberên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan, Dûran Kalkan, Serokê Partiya Goran Noşîrvan Mistefa, Serokê Partî Bizûtnewayî Îslamî Alî Bapîr, ji endamên Tirkmen ên Parlamenta Başûr Mûna Kahvecî, ji rêveberên YNK'ê Hero Talanbanî. Tê ragihandin, ev çeteyên MÎT'ê yên navên wan li jorê hatin dayîn, ev demeke derbasî Silêmaniyeyê bûne, ji bo hedefên sûîqestê agahiyan kom dikin.

MÎT'Ê 5 MÎLYON DOLAR DA ENKS'Ê

Çeteyên MÎT'ê yên li Başûrê Kurdistanê, ne tenê li hemberî Başûrê Kurdistanê provokasyon û êrîşan dikin. Di ser ENKS'ê re ji bo Rojava jî nearam bikin, wesayîtên bombebarkirî ku weke DAIŞ'ê nîşan didin û xebatên sûîqestê amade dikin. Ji bo vî karî bike jî MÎT'ê 5 mîlyon dolar daye ENKS'ê. Li navendên kontr-gerîla yên li Başûr di bin kontrola PDK'ê de ne, çeteyên ENKS di mijara sabotaj û sûîqestê de tên perwerdekirin. Tê gotin 15 kesên di vî warî de perwerde dîtine, bi rêyên qaçax derbasî Rojava hatine kirin.

...