Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê bal kişande ser şewatên li Kurdistanê ku bi destê artêşa Tirk tê derêxistin û bang li hemû sazî û dezgeh û rêxistinan kir ku li ser ekolojiyê bihistyar in li dijî polîtîkayên ziyandayina ekolojiyê yên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin.
Di daxuaniyê de cih ji van gotinan re tê dayin: ‘’Ji Hezîrana 2016’an û vir ve li Bakurê Kurdistanê gelek çiya û daristan dîsa têne şewitandin. Li herêmên ku qedexeya derketina derve ji hêla walîtiyê ve têne ragihandin di nav çarçoweya operasyonên leşkerî de li gelek deveran şewat têne derxistin. Bi vê mebestê em bang li ekolojîstên bihîstyar dikin da ku da li van şewatan bikolin weke şandeyekê werin herêmê. Banga me ji bo Tirkiyê û hemû welatên dinyayê ne.’’
Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê balê dikişîne ser wê û dibêje ne tiştekî tesadufî ye ku şewata li çiya û daristanan dikeve havînê û dema ku artêşa Tirk li deverên çiyayî li dijî gerîlayên PKK’ê operasyonan dike û tê gotin rewşa bi vî rengî berê di salên 90’î de û havîna 2015’an dîsa hatiye jiyîn.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin li gorî agahiyên ku wan ji gundiyan standine havîna par 100 hezar donim qadeke daristanê hatiye şewitandin û ev daristan li derdorên qereqol û kalekolan ji hêla artêşa Tirk ve bi awayekî sîstematîk hatine şewitandin.
Di dawiyê de bi armanca ku hilweşîna ekolojîk û sosyal a ji sedema şer lêkolîn bikin bang li saziyên ekolojîst, parazvanên mafên mirovan û saziyên sivîl û tevgerên sosyal dikin bi lezginî di 23’yê Tîrmehê de werin Herêmê û wiha pê de çû, ‘’Her kesê ku dixwaze tevlî şandeya lêkolînê dbibe em ê li Amedê li benda wan bin. Lêkolînên ku heya 25’ê Tîrmehê wê bidomin, em ê li Amed- Licê û li qadên din bidomînin.’’
Adrêsên têkilîdanînê:
www.mezopotamyaekolojihareketi.org
email: [email protected]
fb: www.facebook.com/mezopotamyaekolojihareketi