Goran û YNK’ê lîsteyên xwe kirin yek
Tevgera Goran û YNK’ê lîsteyên Meclîsa Giştî ya bajêr di bin navê 'hevgirtina hêvî' de kirin yek.
Tevgera Goran û YNK’ê lîsteyên Meclîsa Giştî ya bajêr di bin navê 'hevgirtina hêvî' de kirin yek.
Endamên meclîsa giştî ya bajêr ên Goran û YNK’ê piştî civîna hevpar, ragihandin ku her du partiyan di bi navê 'hevgiritna hêvî' de lîsteyên xwe yek kirine.
Bi daxuyaniyeke hevpar a serokên fraksiyona Silêmanî ya du partiyan ragihandin ku ji niha û şûn ve Goran û YNK wê di bin navê fraksiyona 'hevgirtina hêvî' xebatên xwe bidomînin. Di daxuyaniyê de tê gotin, dibe ku li bajarên din jî di lîsteyên Goran û YNK’ê de yekkirin pêk were û ev biryar bi însiyatîfa xwecih ve hatiye hiştin.
Ji hêla din ve jî hate gotin pêşnûmeya lihevkirinê ya di navbera du fraksiyonan de amade ye û roja sêşemê wê radestî komîsyona hevpar were kirin ku ji hêla Goran û YNK’ê ve hatiye pêkanîn
Serokê fraksiyona Tevgera Goran Enver Tahîr piştî daxuyaniyê der barê naveroka lihevkirinê de agahî dan û got di rojên pêş me de êdî wê navên fraksiyonên Goran û YNK’ê nemînin û di civîna bê de wê were nîqaşkirin bê ka kî çi peywirê bike û di vê mijarê de wê hevgirtinek pêk were. Li gorî lihevkirinê kîjan franksiyon li kîjan bajarî xurt be serokê meclîsa giştî ya bajêr wê ew be û alîkar û sekreter jî wê ji franksiyona din be.