Koçberiya ber bi Efrînê ve her ku diçe zêdetir dibe

Bi hezaran koçber ên ku ji bajarên cuda yên Sûriyeyê bi taybet ji herêma Şehbayê hatine, gihiştin Efrînê. Koçberan da zanîn ku çete sivîlan direvînin û mîna mertalên zindî bikar tînin.

Li Efrînê bi wesîleya Cejna Remezanê bi sedema ewlekariyê rêyên ku ketin û derketina wan hatibûn giritin hatin vekirin. Piştî vekirina rêyan û şûn de çavkaniyên Asayîşê diyar kirin ku bi hezaran koçberên ji bajarên cuda yên Sûriyeyê û bi taybet ji herêma Şehbayê hatine gihiştin Efrînê.

Koçberên ku gihiştin Efrînê, da zanîn ku çete sivîlan direvînin û mîna mertalên zindî bikar tînin.

Bi hezaran koçberên ku gihiştin Efrînê, bang li QSD’ê kirin ku xakên wan ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.

Pêla koçbaran a ku ji 25’ê Gulanê ve ber bi Kantona Efrînê ve destpê kiribû hê jî dewam dike.