Cenazeyê Fettah Erdem hat veşartin
Cenazeyê Fettah Erdem ê li Zozanê Kanî Spî ji ber teqîna mayîna leşkerên Tirk jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê Fettah Erdem ê li Zozanê Kanî Spî ji ber teqîna mayîna leşkerên Tirk jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê Fettah Erdem (15) ê li Zozanê Kanî Spî yê gundê Taşkêsand ê navçeya Giyadîn a Agiriyê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê anîn gundê Taşkesenê.
Cenazeyê Erdem piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund, li goristana gund hat veşartin.