Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle bal kişand ser bûyera li Licê ku leşkeran xwestin 34 kesî bişewitînin û diyar kir, rêxistinbûyîneke nû ya navê wê nehatiye bihîstin derketiye holê. Dîcle got, ev kom hewl dide mirovan di binê çavan de bişewitîne.
Dîcle diyar kir di şerê heyî de bi qasî serê derziyê jî ne gel û ne jî pêşengê wê ne xwedî parekê ne û got, "Sedema şer ew e ku çav berdane destketiyên gelê Kurd ên 100 salî."
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) der barê mijarên rojane de li Salona Konferansê ya Vedat Aydin ya avahiya bajêr a Amedê civînek li dar xist. Hevserok Sebahat Tûncel, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes di civînê de amade bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle, wekîlên HDP’ê yên Amedê Çaglar Demîrel, Sîbel Yîgîtalp û Nûrsel Aydogan jî tevlî civînê bûn. Piştî deqeyekê rêzgirtinê Hatîp Dîcle axivî û Serokê Bajêr yê Amedê yê HEP’ê Vedat Aydin ku di sala 1991’ê de ji hêla dewletê ve hatibû kuştin bi bîr anî.
'HÛRŞÎT KULTER LI KU YE?'
Dîcle diyar kir, di polîtîkayên dewletê de ji salên 90'î û vir ve ti guherîn pêk nehatine û got, "Mînak em dibêjin Hûrşît Kulter li ku ye lê ti bersiv nîn e. Tevî ku di ser re 25 sal derbas bûne jî hê jî kujerên Vedat Aydin nehatine dîtin. Heman tiştî di vê serdemê de diceribînin. Di serdema nû de heman tiştan dikin. Beriya bi 25 salan jî heman tişt kirin. Mînak Licê bi hin hêncetên din şewitandin. Licê wê demê jî weke niha bi êrîşeke giran re rû bi rû ma. Bi dehan mirov hatin kuştin. Li gel ku 25 sal di ser re derbas bûne jî ne kujerên Vedat Aydin hatine dîtin û ne jî şewitandina Licê bi dawî bûye."
'LI LICÊ XWESTIN KU GUNDIYAN BIŞEWITÎNIN'
Dîcle diyar kir, ti nemabû ku komkujiyeke mîna ya Madimakê hefteya borî li Licê pêk bihata û bal kişande ser wê ku rêxistineke hê navê wê nehatiye bihistîn ava bûye û ev rêxistin mirovên ku wan binçav dike dixwaze bişewitîne. Dîcle got, "Ji Îttîhat û Terakkiyê û vir ve ji salên 90'î heyanî niha dewlet van weke rêbaza çeteyan bi kar tîne. Ti cihêtiya yekî ji van ji hişmendiya DAIŞ'ê nîn e."
'EM Ê DESTKETIYÊN XWE TESLÎM NEKIN'
Dîcle der barê nîqaşên li ser qeyûm de diyar kir, ku divê ew ji her şêwe êrîşan re amade bin û got, "Çav berdane qadên me yên demokratî, şaredariyan û wekîlên me yên li parlamentê. Em ê xwedî li van qadên xwe derkevin û ti carî teslîmî wan nekin."
AZADIYA OCALAN
Dîcle bibîr xist, ev demeke dirêj e destûr nayê dayîn Ocalan kesî bibîne û tecrîdeke gelekî şidandî li ser tê ferzkirin. Dîcle got, "Li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan kampanya hatiye destpêkirin. Divê em jî destekê bidin vê kampanyayê. Ji ber ku azadiya wî di heman demê de azadiya gelê Kurd e."
'EM DI NAVA DEM Û PÊVAJOYEKE NÛ DE NE'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel jî da xuyakirin, ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, "Gelê Kurd di dem û pêvajoyeke dîrokî de ye. Girîng e haya me ji vê hebe û em jiyana xwe li gorî vê bi rêk û pêk bikin. Weke DBP, me bi berpirsyariya jiyaneke nû dest bi têkoşînê kirin. Ev şensê jiyana nû ne tenê ji bo Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo tevahiya gelên li Rojhilata Navîn şenseke mezin e ji bo derketina ji nava krîzê. Cîhan tev niha vê jiyana nû nîqaş dike. Û afirînerê vê projeyê jî Abdullah Ocalan e."
ŞOREŞA ROJAVA
Tûncel da zanîn, Rojava cihê bicihhatina vê jiyana nû ye û got, "Bidawîkirina şerê li Sûriyeyê mijara ku cîhanê tev li ser li hev kiriye ye. Hin hêz hene dixwazin vê bifetisînin. Lê belê AKP dizane divê azadiya gelê Kurd bibîne. Hewl dide bi mejiyê dewleta netewe ya mêr, vê sîstemê bidomîne. Hewl dide rewşa pirs çandî, pir nasnameyî ya Tirkiyeyê bihelînin. Lê belê bi hêviya me ya jiyana nû, bi şoreşa Rojava re ev sîstem bû hêviyek. Şoreşa Rojava mînaka herî mezin a vê yekê ye."
'ÇARESERÎ WÊ BI AZADIYA OCALAN PÊK WERE'
Tûncel da xuyakirin, ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de derfetên gelekî girîng derketine holê û got, "Lê belê ev çareserî wê bi AKP û Erdogan nebe. Wê bi me bibe. Hêza me bi xwe heye. Em ê hîmê aştiya mayînde ya li Tirkiyeyê deynin. Û ev yek jî wê bi azadiya Birêz Ocalan pêk were."