Baroyan ji bo Hûrşît Kulter bang kirin
Rêveberên 15 baroyan li Çewlikê li hev civiyan û ji bo Rêveberê DBP'ê Hûrşît Kulter ê 45 roj in agahî jê nayê girtin, bang kirin.
Rêveberên 15 baroyan li Çewlikê li hev civiyan û ji bo Rêveberê DBP'ê Hûrşît Kulter ê 45 roj in agahî jê nayê girtin, bang kirin.
Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Dersîm, Colemêrg, Qers-Erdexan, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Wanê, danezana civîna 9'ê Tîrmehê ya li ser pirsgirêkên pîşeyî û civakî li Çewlikê lidar xistin, eşkerek kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku yek ji şertên bingehîn ên avakirina aştiya civakî, garantiya hiqûqî ye û hat gotin, "Bi taybetî, di demên krîzên civakî û siyasî de, garantiya hiqûqê şertê jiyana aştiyane û ewle ha civak û şexsan e. Lê mixandin, dadgeriya ku hêviya siberoja civakan e, ev fonksiyona xwe winda kiriye."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di ser dosya lêpirsîna kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re 8 meh derbas bûne, lê hê gavek jî nehatiye avêtin û hewl tê dayîn ji rojevê bê xistin. Di danezana encamê de hat gotin, "Bi tenê pratîka edlî û îdarî ya di dosya Tahîr Elçî de tê nîşandan jî têrê dike bê ewliya dadgeriyê di kîjan astê de ye."
BANGA JI BO HÛRŞÎT KULTER
Di danezana encamê de bal hat kişandin ser endîşeyên li ser rewşa Rêveberê DBP'ê Hûrşît Kulter ku li Şirnexê hat binçavkirin û 45 roj in agahî jê nayê girtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji nû ve destpêkirina windahiyên di binê çavan de, li nava civakê rê li ber tirs û fikaran vekiriye û hat gotin, "Tevî hemû hewldan û kampanyayan jî, li ser rewşa Hûrşît Kulter ê berî 44 rojan hat binçavkirin û agahî jê nayê girtin, hê bersivek ji civakê re nehatiye dayîn. Di vê mijarê de em berpirsyariya objektîf tînin bîra desthilatdariya siyasî û dewletê û bang dikin ku li ser aqûbeta Hûrşît Kulter daxuyaniyeke têrker bidin raya giştî."