Minbic gav bi gav rizgar dibe: 26 çeteyên din hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî yıa Minbicê gav bi gav taxên bajêr rizgar dikin. Di şerê li taxên Hezawne û Sebî Behrat de 26 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Şerê li van herêman dewam dike.
Şervanên Meclîsa Leşkerî yıa Minbicê gav bi gav taxên bajêr rizgar dikin. Di şerê li taxên Hezawne û Sebî Behrat de 26 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Şerê li van herêman dewam dike.
Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla di roja xwe ya 40. de ye. Di çarçoveya operasyoanê de li aliyên bakur û başûrê bajêr li nêzî taxa Hezawne û Sebî Behrat, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şerekî dijwar rû dide. Di vê navberê de çete li aliyê bakur ketine nava panîkeke mezin û dev ji gelek nuqteyên xwe berdane û reviyan e. Di şerê li vir qewimî de, wesayîtek çeteyan hat rûxandin û 12 çete hatin kuştin.
Li bakur û başûrê bajêr jî karê bêbandorkirina mayînan li derdora Çerxerêya Sebî Behart, taxa Hezawne didome.
Wekî din, li gelek eniyan ji duh bi şev û vir ve şerekî dijwar diqewime. Li derdora Dibistana Eqîlê çeteyan êrîşî hin nuqteyên şevanan kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiveke tund dan û di encamê de 13 çete hatin kuştin.
Li rojavayê bajêr jî li aliyê Xaçerêya Şerîa şervanên meclîsê mayîn ku çeteyan di kolan û malan de bicih kiribûn, bê bandor kirin û bi pêş ve çûn. Her wiha çeteyekî ku xwe di malekê de veşartibû hat kuştin. Bêbandorkirina mayînên li kolan û malan didome.
Her wiha balafirên şer ên koalîsyonê jî bi lêdanên hewayî destekê didin operasyonê.