Li Minbicê 19 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ji du baskan pêk hatin ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin şikandin. Di şer de 19 kuştiyên çeteyan çêbûn, cenazeyên 12’an jî ketin destê şervanan.
Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ji du baskan pêk hatin ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin şikandin. Di şer de 19 kuştiyên çeteyan çêbûn, cenazeyên 12’an jî ketin destê şervanan.
Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ji du baskan pêk hatin ku li dijî çerxerêya Sebî Behra û taxa Hezawnê hatin lidarxistin, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin şikandin. Di şer de 19 kuştiyên çeteyan çêbûn, cenazeyên 12’an jî ketin destê şervanan.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, di têketina bakurê taxa Hezawnê ya ku ji başûr heta başûrrojhilatê Minbicê dirêj dibe û li nêzî çerxerêya Sebî Behrat a ku li bakurê bajêr e, mabeyna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerên dijwar rû dan.
Çeteyên DAÎŞ’ê destpêkê bi wesayîtek bombebarkirî hewl da êrîşî çerxerêya Sebî Behrat bike. Ev hewldan ji aliyê şervanan hate ferqkirin û beriya wesayîta bombebarkirî bigihêje hedefa xwe ji dûranî hate îmhakirin. Piştre, saet nêzî 19.30’an çeteyan hewl dan ji derdora çerxerêyê û ji têketina bakur a taxa Hezawnê, ango ji du baskan li dijî nuqteyên şervanên Minbicî êrîşê pêk bînin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersivên tund dan êrîşan, şerekî giran ê nêzî saetekê rû da. Çeteyan derbeyên giran xwarin û 19 çete hatin kuştin, her wiha êrîş hate pûçkirin. Cenazeyê 12 çeteyan û miqtarek cebilxane ketin destê şervanên Minbicî.