NÛ BÛ II

Polîsên Tirk li Wanê kesek înfaz kirin

Polîsên Tirk li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê bi ser malekê de girtin, kesek înfaz kirin, 2 kesên din jî binçav kirin.

Polîsên Tirk li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya navendî ya Îpekyolû ya Wanê bi ser malekê de girtin, kesek înfaz kirin. Hate ragihandin ku di serdegirtinê de 2 kesên din jî binçav kirine.

Li gorî agahiyên hatin girtin, êrîşa li hember mala 4 qat a li Kolana Sûrmelî dewam dike.  Hat diyarkirin, di mala ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin de sivil, jin û zarok jî hene, welatiyên ku li derdor jî kom bûne vê êrîşê protesto dikin.

Der heqê nasnameyên kesên hatine înfazkirin û binçavkirin de agahî nehatin wergirtin.