Piştî 2 teqînên li Şirnexê şer derket
Li herêma Afet Konûtlari ya taxa Bahçelîevler a Şirnexê, piştî du teqînên cuda şer derket.
Li herêma Afet Konûtlari ya taxa Bahçelîevler a Şirnexê, piştî du teqînên cuda şer derket.
Li gorî nûçeya DÎHA'yê, duh bi şev li herêma Afet Konûtlari, du teqînên dijwar qewimîn. Piştre li vê herêmê şer destpê kir. Ji benda kontrolê ya polîsan a li pêşberî Sanayî Sîte ya li pêşiya bajêr jî dengê çekan hat.
Li vê herêma şer lê qewimî, çeperên cerdevanan û biryargeha hêzên dewletê hene.
Di dema bûyerê de, li Fermandariya Tumen a Sînor ya Jendermeyan a Şirnexê, ji ber sedemeke ne diyar şewat derket.