Polîsên Tirk li Amedê êrîşî çalakiya ji bo Licê kirin

Di pêşengtiya HDP, DBP, KCD û KJA'ê girseya li ber avahiya KCD'ê li hev civiya, xwest heta Parka Koşuyoluyê meşekê li dar bixin, lê polîsên Tirk êrîşî meşê kirin.

Girseya di pêşengtiya HDP, DBP, KCD û KJA'ê de ji bo deng bidin Licê û ji bo çalakiya dengderxistinê li ber avahiya KCD'ê kom bû, xwest heta Parka Koşuyoluyê meşê li dar bixe. Girseya dest bi meşê kir polîsan êrîş kirinê. Berî meşê polîsan avahiya KCD'ê dorpêç kir û bi hinceta wekî meş ne "qanûnî ye" nehişt girse bimeşe. Li ser hevdîtinên ku hatin kirin dîsa ti encam derneket, li ser vê jî girseya ku Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, wekîlên HDP'ê Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp û Feleknaz Uca di nav de bûn, dest bi meşê kirin. Piştî meşê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.

Li hemberî êrîşa polîsan girseyê dirûşmeyên wekî "Bijî Berxwedana Licê" berz kirin û li ber avahiya KCD'ê li hev kom bûn.