Li Bismil û Kerboranê 4 kes hatin girtin
Li navçeyên Bismil a Amedê û Kerboran a Mêrdînê 4 kes hatin girtin.
Li navçeyên Bismil a Amedê û Kerboran a Mêrdînê 4 kes hatin girtin.
Li navçeya Bismilê ya Amedê di 29'ê Hezîranê de polîsan maşîne rawestand û 4 kesên di maşînê de binçav kirin. Polîsan 4 kesên ku binçavkirin birin midûriyeta polîsan. Polîsan piştî lêpirsînê Yûsûf Başkan, Sadrettin Bilir, Omer Şimşek û Alaeddin ê paşnavê wî nehat zanîn sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî bi idiaya "Avakirina rexistina terorî, birêvebirina rexistinê û bi awayekî sêwirana kuştin" sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî Alaeddin serbest berda û Bilir, Şimşek û Başkan jî girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.
Li Kerboranê jî polîsan ciwanê bi navê Mûrat Aşkan ê li nuqteya kontrolê binçav kirin, piştî îfadeya wî ya li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê anîn edliyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê, Aşkan bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” sewqî dadgeha nobedar hate kirin. Aşkan bi heman îdîayê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Midyadê.