Li Licê çeteyên Qesrê bi ser malan de digirin
Li Licê ya ku operasyonên leşkerî dewam dikin, leşkerên Tirk li gorî lîsteyê bi ser malên gundiyan de digirin û lêgerînan dikin.
Li Licê ya ku operasyonên leşkerî dewam dikin, leşkerên Tirk li gorî lîsteyê bi ser malên gundiyan de digirin û lêgerînan dikin.
Li navçeya Licê ya Amedê ku bi qedexeya derketina kolanan re operasyonan destpê kirine, leşkerên Tirk gundên Biryasajorîn û Biryasajêrîn xistine dorpêçê, bi ser malan de digirin. Hat ragihandin ku di destê leşkeran de lîsteyek heye û li gorî wê lîsteyê lêgerînê dikin, gundiyên ku der barê wan de tê îdîakirin ku lêgerîn heye dibin qereqolê.
Hat ragihandin ku dorpêça li ser gundan dewam dikin, heta niha di serdegirtinan de ti kes nehatine binçavkirin û leşker derbasî gudên Markê, Kaleder, Kiralan, Xweylîne û Çela bûne.