Ayata: Erdogan û AKP bûne hêza pêkanîna xeta Ergenekonê
Ayata diyar kir, stratejiya hundir û derve ya Erdogan ji aliyê Ergenekonê ve tê destnîşankirin û got, "Xeta ku Erdogan niha li ser e, xeta kontrgerîla ya tinekirina Kurdan e."
Ayata diyar kir, stratejiya hundir û derve ya Erdogan ji aliyê Ergenekonê ve tê destnîşankirin û got, "Xeta ku Erdogan niha li ser e, xeta kontrgerîla ya tinekirina Kurdan e."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, stratejiya hundir û derve ya Erdogan ji aliyê Ergenekonê ve tê destnîşankirin û got, "Xeta ku Erdogan niha li ser e, xeta kontrgerîla ya tinekirina Kurdan e."
Ayata da xuyakirin, ku li Kurdistanê pêvajoyeke gelekî krîtîk û dîrokî heye û got, "Ev yek tevahiya Rojhilata Navîn eledar dike. Tirkiye ji xeta polîtîkaya Kemalîst a kevneşop derket. Polîtîkaya Kemalîst a klasîk, xwe tevlî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nedikir. Di nava NATO de bû û berê xwe li rojava bû. Li Rojhilata Navîn pirsgirêk û alozî kêm nebû. Lê belê pirsgirêka Kurd, navenda Tirkiyeyê ji hev xist."
Ayata da zanîn, dewleta Tirk a ku nikarîbû pêşî li statuya li Başûrê Kurdistanê bigire, dema li Sûriyeyê jî rewşeke bi heman rengî derket holê, yekser ket nava panîkê. Ayata diyar kir, Tirkiye ji bo pêşî li vê statuyê bigire bi lez û bez şerê li Sûriyeyê sor kir, çek da komên çete û sînorên xwe li van komên çete vekir. Ayata bibîr xist, ku Tirkiyeyê ji destpêkê ve DAIŞ li hemberî Kurdan bi kar anî, li hundir jî bi mjûlkirina PKK'ê û îstîsmarkirina pêvajoya agirbestê re ket nava planên tarî, lê ti encam ji van planên xwe bi dest nexist.
AKP BI ERGENEKONÎ Û MAFYAYÊ RE BÛ YE
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata ragihand, Tirkiyeyê bi têgihiştina 'Li Rojhilata Navîn a ji nû ve tê dîzaynkirin de Kurd rewa dibin, di şer de em nikarin bi wan. Li cîhanê prestîj û desteka gel a ji bo wan zêde dibe. Wê çaxê em pêşî li vê bigirin. Vê yekê jî ancax em bi şer bisekinînin', di 24'ê Tîrmehê de dest bi êrîşê kir.
Ayata got, "Tevî hemû êrîş, girtin û komkujiyan jî nikarîbû li hemberî PKK û gerîla bi ser bikeve. Hem li hundir hem jî li derve AKP tengav bû. Xwe avêt hembêza MHP'ê. AKP bi Ergenekonî û hin mafyayan re bû yek. CHP jî ji aliyê artêşê ve tevlî vê pêvajoyê hat kirin. Kiliçdaroglû xistin ser rê. Kiliçdaroglû ji Erdogan re digot 'dîktator', lê di nuqteya herî krîtîk de bi desteka xwe pêşî li dîktator vekir. Li Tirkiyeyê koalîsyoneke sûc ava bû.
Erdogan gav bi gav xwe nêzî dîktatoriyê kir; ti hêzek li pêş wî bisekine nema. Ji bilî Kurdan hêzek karibe li hemberî wî li ber xwe bide nemaye. Niha jî dixwaze HDP'ê ji parlamentê bavêje û bi vî rengî parlamentek bi temamî di bin kontrola Erdogan de ye, bafirîne."
ERDOGAN POLÎTÎKAYA XWE YA HUNDIR Û DERVE LI SER DIJMINATIYA KURDAN DIMEŞÎNE
Ayata da xuyakirin, Erdogan polîtîkaya xwe ya hundir û derve li ser bingeha dijminatiya li Kurdan dimeşîne û bi vê armancê, beriya niha bi demeke kurt li ber Rûsyayê geriya.
Ayata destnîşan kir, AKP di nava rewşeke panîkê de ye û der barê dema vê panîkê de jî ev nirxandin kir: "Gotin, 'Li hundir em nikarin bi PKK'ê. Li Rojava jî em nikarin Kurdan bisekinînin. Têkiliyên me yên bi Rûsyayê re xera bûne'. Ji xwe têkiliyên wan ên bi Îsraîlê re berê xera bûbûn. Ji Îsraîlê re digotin 'dewleta terorê'. Dûre li ber van her du hêzan geriyan. Li hundir desteka hêzên demokratîk û rewşenbîran winda kir û xwe avêt hembêza faşîstan. Tiştekî bi navê mûxalefetê nehiştin. Kê dest bi axaftinê kir, yekser 'xayin' îlan kir û avêtin girtîgehê."
'KURD XWE BISPÊRIN HÊZA XWE, WÊ TIŞTEK BANDOREKE NEYÎNÎ LI WAN NEKE'
Ayata li hemberî hemû hewldan û tifaqên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan dike, bal kişand ser girînga rêxistinbûyîna Kurdan û ev tespît kir:
"Kurd neçar in xwe bispêrin hêza xwe. Rêya bingehîn a vê yekê jî rêxistinbûyîn e. Eger tu rêxistinbûyî be, tu li ber xwe bide, tu bibe xwedî hêz, ti tişt nikare bandoreke neyînî li çarenûsa te bike. Mafê Kurdan heye siyasetê bike û bi cîhanê re têkiliyê deyne. Pêwîsteya Kurdan ji her kesî bêhtir bi vê heye. Ji ber ku dijminê Kurdan gelek hevdîtin-tifaqên veşartî dikin. Dixwazin Kurdan li derveyî hevsengiyê bihêlin. Pêwîste gelê Kurd van hemûyan bibîne, hêza xwe esas bigre, rêxistinbûyîna xwe esas bigire û berxwedana li axa xwe mezin bike."
ERGENEKONÎ STRATEJIYA AKP'Ê YA DÎPLOMASIYÊ DIYAR DIKIN
Ayata da zanîn, dîplomasiya nû ya AKP'ê ji aniyê Ergenekoniyan ve hatiye diyarkirin û got, "Serokê berê yê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Îlker Başbûg ev stratejî di qenaleke televîzyonê de eşkere kir. Got, 'Bi polîtîkayên heyî, nikare pêşî li Kurdan bê girtin. Divê ewilî di navbera Îran û Tirkiyeyê de yekîtî pêk were. Ancax ev her du hêz karibin pêşî li îlana dewletek li Başûrê Kurdistanê bigirin'. Wekî din got, 'Polîtîkaya me ya Sûriyeyê jî şaş e. Em êdî nikarin bi komên em destekê didin wan, encamekê bi dest bixin. Divê em pirsgirêka xwe ya bi Rûsyayê re çareser bikin.' Ev nêrîna artêşê, nêrîna Ergenekonê ye. Yê li nava artêşê niha serdest e, kongregerîla ye. Îlker Başbûg hema ji ber xwe ve naxive. Gotina 'me wesayeta leşkerî şikand' a Erdogan derew e. Yê ku niha gotina xwe derbasdar e, leşker e. Xeta ku Erdogan niha li ser e, xeta kontgerîla ye ku bi milîtanî vê xetê ji bo tinekirina Kurdan dimeşîne."
BLOKA DEMOKERASIYÊ
Ayata herî dawî destnîşan kir, ku berxwedan mafek e, divê pêşî li van sûcdaran were kirin û bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên xwedî wijdan kir, ku bi lez û bez di nava blokeke demokratîk de li hev bicivin.