Li Elbakê çalakiya sabotajê

HPG'ê diyar kir, gerîlayên wan îro saet di 03:10'an de li herêma gundên Nobirn û Karcenê yên navçeya Elbakê, li hemberî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyeke sabotajê pêk anîne û di encamê de wesayîta zirxî bi temamî îmha bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên dawî yên gerîla, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Roja 2'ê Tîrmehê saet di 03.10'an de hêzên me yên gerîla, li herêma navbera gundên Nobirn û Karcenê yên navçeya Wan Elbakê, li hemberî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya di nava konvoyeke artêşa TC de bû çalakiyeke sabotajê hat kirin. Di encama vê çalakiyê de wesayîta zirxî bi temamî îmha bû; hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Hêzên me di heman demê de li hemberî xeteke elektrîkê ya li navbera her du gundan çalakiyeke sabotajê pêk anîn û ew îmha kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîd Zîlan hatine lidarxistin.

21'ê Hezîranê, arteşa TC li herêma Tendurekê dest bi operasyonekê kiribû. Heman rojê sat di 12:00 de li nêzî gundê Dasina yê ser bi navçeya Wan Ebexê şer derketibû. Li gorî agahiyên nû yên gihaştine ber destê me, di vî şerî de 6 leşker mirin e, bi dehan leşker jî birîndar bûne.

Li navçeya Wan Ebexê, artêşa TC ev demeke cerdevanan li ser girên stratejîk bi cih dike û ji bo şopandina hêzên me, wan bi rêxistin dike. Ev lîstika bi zanebûn ji aliyê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ve tê amadekirin, ji bo afirandina zemîna şer e. Pêwîste cerdevanên li vê herêmê nekevin xefika dijmin û dest ji vê lîstika şerê qirêj berdin.

2'ê Tîrmehê saet di navbera 00:30-01:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li quntara girê Cehenem ê herêma Zagrosê û Çiyayê Reş ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di şeva 1'ê Tîrmehê de jî balafirên şer bombe li herêma Garê barandin. Agahiyên berfireh ên li ser vê bomberdûmana bi qasî 2 saetan dewam kir, wê piştre bê dayîn."