Ehmed: Pêngava Minbicê bi kêrî berjewendiyên gelan tê

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed destnîşan kir, ku dema pêngava Minbicê bi ser bikeve, wê DAIŞ gelekî qels bibe û hesabên hin hêzên herêmî jî pûç bibin.

Em bi Îlham Ehmed re li ser pêngava Minbicê, zêdebûna zexta çeteyên DAIŞ'ê ya li herêma Şehba û koçberiya beriya kantonên Rojava ve, ku di dema dawî de zêde bûye, axivîn.

Yek ji mijarên sereke yên di rojeve de ne, Minbic e. Weke MSD'ê hûn pêngava rizgarkirina Minbicê çawa dinirxînin?

Gelên Sûriyeyê di nava vî şerê naxweyî yê 6 sal in dewam dike de gelek êş kişandin. Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi mîlyonan ji neçarî koçî welatên herêmê û gelek welatên cîhanê kirin. Bi deh hezaran kes li nava welatê xwe bûn koçber.

Em piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo xêra gelan tên kirin. Ji ber vê yekê em destekê didin pêngava rizgarkirina Minbicê.

Weke MSD'ê, em azadkirina bajarê Minbicê ji bo avakirina sîstema federal û Sûriyeya demokratîk weke gaveke girîng û stratejîk dibînin. Em vê mijarê bi vî rengî dinirxînin.

Bi vê pêngavê ve wê ji sedî 80 heta 90'î yê Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê hatibe paqijkirin. Bêguman ev yek tê wateya avakirina Sûriyeya demokratîk û pêkhatina azadiya gelan.

Weke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk em destekê didin hemû rêxistinbûyîn û hewldanên bersivê didin daxwazên azadî, edalet, wekhevî û guhertinê yên bi kêrî berjewendiyên gelê Sûriyeyê bên. Li gorî me, krîza heyî ancax bi vî rengî bê çareserkirin.

Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya di 1'ê Hezîranê de hat destpêkirin wê bandoreke çawa li Rojava, Sûriye û herêmê bike?

Pêngava Rizgarkirina Minbicê wê bandorê li Rojava, Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Hûn ji kîjan alî ve vê pêngavê binirxînin, wê bi kêrî berjewendiyên gelên Sûriyeyê bê. Lewma ev pêngav wê derbeke mezin li hin hêzên herêmî û navneteweyî yên di neçareseriya li Sûriyeyê de israr dikin, li DAIŞ û destekdarên DAIŞ'ê bixe.

Bi Pêngava Rizgarkirina Minbicê ve wê têkiliya çeteyên DAIŞ'ê bi herêmên li nava Sûriye û Iraqê, têkiliya bi cîhanê ve bi temamî qut bibe. Bêguman ev rewş wê hevsengiyên heyî yên leşkerî û siyasî biguherîne. Tê zanîn, piştî têkçûna çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê, gelekî qels bû.

Bi rizgarkirina Minbicê ve wê çeteyên DAIŞ'ê bikevin nava pêvajoya tinebûnê. Di heman demê de hemû polîtîkayên hin hêzên herêmî yên li Rojva û Sûriyeyê naxwazin pirsgirêk çareser bibin û yekîtiya gelan bafire, wê îflas bikin. Ev yek wê bi kêrî gelên Sûriyeyê were. Û wê bi gaveke din nêzî Sûriyeya Demokratîk bibin.

Piştî ku Pêngava Rizgarkirina Minbicê destpê kir, çeteyên DAIŞ'ê li herêma Şehbayê zext û hovîtiya xwe a li hemberî gel zêde kirin. Hûn vê çawa dinirxînin?

Weke MSD'ê em vê rewşê ji nêz ve dişopînin. Bi taybetî ji gundên Helebê û herêma Şehbayê, di serî de Kurd gelek sivîl ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tên revandin. Em vê yekê weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibînin.

Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, di rojên dawî de çeteyên DAIŞ'ê bi dehan Kurd revandin e, bi dehan zarok û jin qetil kirine, yên qetil nekirine jî birine cihekî nediyar. Hê agahî ji dehan mirovên hatine revandin nayê girtin. Ji ber vê revandina sivîlan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve em bi fikar in.

Bi taybetî revandina Kurdan nîşan dide, ku çeteyên DAIŞ'ê û welatên herêmê yên destekê didin çeteyan dixwazin herêma Şehbayê ji Kurdan paqij bikin. Ev revandin, bi rengekî din nikare bê ravekirin. Wekî din, dixwazin li herêma Şehbayê gel bi vê rê û rêbazê li hemberî hev rakin.

Di dema dawî de koçberiyeke mezin ber bi Rojava ve tê kirin. Tê zanîn, kantonên Rojava ev demeke dirêj e bi êrîş û ambargoyê re rû bi rû ye. Kantonên Rojava wê vî barê giran çawa rakin?

Ji ber zext û wehşeta çeteyên DAIŞ'ê, ji herêm Şehbayê koçberiya ber bi Kantonên Rojava ve dewam dike. Di vî warî de weke MSD'ê me plan û projeyên xwe pêşkêşî saziyên navneteweyî kirin û di rewşa heyî de nîqaş dewam dikin.

Em hêvîdar in wê biryareke erênî ji van nîqaşan derkeve. Ji ber ku bi rastî jî pêwîstiya gelên me gelekî bi vê heye. Kantonên Rojava yên êrîş lê tên kirin û ambargo li ser heye, dikarin bi tena serê xwe vî barî hilgirin, lê belê em li bendê ne Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û saziyên însanî yên navneteweyî vî barî bi me re parve bikin.

Ev yek hem ji bo jiyana mirovên koç kirine û xwe li Kantonên Rojava girtine, hem jî ji bo şert û mercên jiyanê yên gelê Rojava gelekî girîng e. Di rewşa heyî de gelê Rojava nanê xwe, ava xwe, zebzeyên xwe, betaniya xwe û kincên xwe bi mirovên koç kirine re parve dike.

Ev bi tena serê xwe têrê nake. Lewma, berî ku krîzeke însanî rû bide, em li bendê ne di serî de Neteweyên Yekbûyî hemû saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî xwe bixin binê vî barî.