Hemşehriyên Tirkmen ên Ocalan: Tecrîdê derhal rakin
Hemşehriyên Tirkmen ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kirin, tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û banga rakirina tecrîdê kirin.
Hemşehriyên Tirkmen ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kirin, tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û banga rakirina tecrîdê kirin.
Li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkaya tecrîdê ya bi destê AKP/Qesrê tê meşandin, dewam dike. Ocalan nikare ji ti mafên xwe yên însanî, hiqûqî û siyasî sûdê werbigire. Ji sala 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe, ji Îlona 2014'an û vir ve jî nikare malbata xwe bibîne. Hemşehriyên Tirkmen ên Ocalan, ku li navçeya Xelfetiyê dijîn, nerazîbûn nîşanî polîtîkaya tecrîdê dan û li ser vê mijarê ji ANF'ê er axivîn.
Edîp Altintaş ê 46 salî bibîr xist, di serî de gelê Kurd hemû gelên bindest Ocalan weke Rêberê xwe qebûl dikin û destnîşan kir, ragirtina Birêz Ocalan li naa tecrîdê, ne ya qebûlkirinê ye.
Altintaş da xuyakirin, ku Ocalan ji bo jiyaneke wekhev û bi biratiyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û jiyanî perspektîfên girîng pêşkêş kiriye û got, "Ji ber vê yekê hêzên emperyalîst, kapîtalîst, bi rêya zîhniyeta tekparêziyê ya li Tirkiyeyê sîstema yek şexsî ferz dike, tecrîda li ser Ocalan dişidîne. Ez vê tecrîda li ser Birêz Ocalan şermezar dikim û weke tiştekî nayê qebûlkirin dibînim. Bang dikim, ku ev tecrîd derhal bê rakirin. Ji bo aştiya li Kurdistan, Tirkiye û gelemperiya Rojhilata Navîn divê tecrîd derhal were rakirin."
'TECRÎD SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
Şaban Çakmak ê 42 salî jî da zanîn, tecrîda li ser Ocalan ne ji aliyê însanî ne jî ji aliyê hiqûqî ve dikare bê qebûlkirin û bibîr xist, Ocalan ji bo gelên Kurd, Tirk û tevahiya gelên Rojhilata Navîn alîgirê jiyana aştiyane, biratî, demokratîk, wekhev û azad e.
Çakmak ragihand, Ocalan dikare aştiya navbera gelan xurtir bike û xwest, tecrîd derhal bê rakirin. Çakmak got, "Şerê ev 40 sal in ji ber pirsgirêka Kurd rû dide, eşkere ye ti pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn çareser nekiriye. Lewma, ji bo çareserkirina pirsgirêkê û pêkhatina aştiyê bidawîbûna vê tecrîdê gelekî girîng e. Divê derhal tecrîd were rakirin."
Çakmak da zanîn, astengkirina hevdîtinên Ocalan ên bi malbatê û parêzeran re, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got, "Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ti sedemeke mafdar a vê yekê nîne. Ne ya qebûlkirinê ye. Di serî de gelê Kurd, divê hemû gelên Rojhilata Navîn di vî warî de nerazîbûna xwe nîşan bidin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li hemberî vîna gelan e. Ez bang dikim, ku ev tecrîda li ser vîna gelan derhal were rakirin."
'LI ŞÛNA 10 SALÊN DIN, BILA AŞTÎ NIHA PÊK BÊ'
Ahmet Şahîn ê 64 salî da xuyakirin, ku her şêweyê tecrîdê li dijî exlaqê ye û destnîşan kir, di demeke bi vî rengî ya pêwîstî bi aştî, biratî û demokrasiyê heye de, tecrîd ne ya qebûlkirinê ye. Şahîn got, "Tecrîd bi kêrî aştî û biratiyê nayê. Berevajî, pirsgirêkê kûrtir dike. Biryara tecrîdê çi dibe bila bibe, derbek li aştiya gelan e. Weke ku di mînakên cîhanê de tê dîtin, eger pirsgirêkek hebe, ev di navbera aliyan de çareser dibe. Bi rûniştina li dora hev çareser dibe. Ji bo vê jî şert û mercên wekhev pêwîst e. Mirov pirsgirêkan bi vî rengî çareser dikin. Piştî ku tecrîda li ser Birêz Ocalan hat şidandin, bi hezaran mirov mirin. Bi deh hezaran koçber bûn. Bajar hatin xerakirin û şewitandin. Li şûna ku piştî 10 salan li dora maseyê rûnên û pirsgirêkê çareser bikin, bêyî mirov mexdûr bibin û jiyana xwe ji dest bidin, bila îro li dora maseyê rûnên û çareseriyê bikin. Li şûna 10 salên din, baştir e îro aştî bê."