Onderoglû peyama domandina piştgiriyê da

Nûnerê RSF’ê yê Tirkiyeyê Erdoga Onderoglû piştî ji Girgtîgeha Sîlîvriyê derket, got wê ji niha û şûn de jî piştgirî bidome.

Li ser îtiraza parêzerên Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamgerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû ku ji ber piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kiribû hatibû binçavkirin, biryara tehliyeya hat dayîn û ji Girtîgeha Sîlîvriyê derket. Dema derketinê, Onderoglû ji aliyê gelek rojnamevanan hate pêşwazîkirin.

Onderoglû li vir peyam da ku wê ji niha û şûn de jî piştgirî bidome. Her wiha Onderoglû peyama Ahmet Nesîn ê ku bi hev re hatibûn girtin jî bi çapemeniyê re parve kir. Nesîn hestên xwe wiha parve kir: “Jiyan ewqasî tevlîhev e ku yên tehliye bûne ji bo ez di hundir de mame xemgîn in, ez ji bo yên derketine kêfxweş im. Ev tehliye bi saya we ye.”