Nasnameya kesê li Licê hat qetilkirin eşkere bû

Nasnameya kesê li navçeya Licê ji aliyê artêşa Tirk ve hat qetilkirin, eşkere bû.

Li gundikê Mehlê yê gundê Kerwas ê Licê, duh êvarê di encama êrîşa artêşa Tirk de welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Derket holê, cenazeyê rakiriye Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê yê Mehmet Şîrîn Kocakaya ye.

Erdal Kocakaya yê duh êvarê hatibû îdîakirin ku jiyana xwe ji dest daye, derket holê ku birîndar bûye û ew jî rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Pîştî dermankirinê Kocakaya danê sibehê hat girtin û ew birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Amedê.