Balafirên şer li gundê Buyukçag ê Çewlikê didin
Helîkopterên artêşa Tirk li gundê Buyukçag ê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê didin.
Helîkopterên artêşa Tirk li gundê Buyukçag ê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê didin.
Li gorî nûçeya JINHA’yê, gundê Buyukçag yê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ku li sînorê navçeya Licê ya Amedê ye, nêzî 45 deqeyan e bi balafirên şer ên Tirk tê bombekirin. Jinek ji gund li ajansa JINHA’yê geriyaye û gotiye 45 deqe ne helîkopter bênavber gund bombe dikin, balafirên şer jî piştgiriyê didin helîkopteran.
Her wiha li gor nûçeyê, dema hevdîtina telefonê dengê gulereşandin û teqînan dihat.
Li gund nêzî 20-25 mal hene.