YBŞ: Şervanekî me li Minbicê şehîd ket
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê nasnameya şervanekî xwe yê bi dilxwazî li Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir û di 28'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da eşkere kir.

Fermandariyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, hevalê wan Brûsk ji destpêka fermanê ve çek hilgirtiye û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî ku hevalê me Brûsk di şerê li dijî DAIŞ'ê de çend caran birindar bû jî, çeperên rûmetê vala nehişt û bi gavekê jî xwe ji çeperên berxwedanê venegirt. Her dem li refên herî pêş ji bo hilanîna tola gelê bi qehremanî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir."
Fermandariya GiştÎ ya YBŞ'ê da xuyakirin, ku şervanê wan Brûsk ji bo hilanîna tola keç û xortên Êzidî, bi dilxwazî tevlî Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya Rojavayê Kurdistanê bûye û got, "Di vê pêngavê de bi rengekî fedayî şer kir. Di vî şerî de hevalê wî birîndar dibe û dema diçe hevalê xwe xilas bike, ji ber guleyeke bêbext a çeteyan şehîd dikeve.
Em weke Fermandariya YBŞ’ê ji malbata Şehîd Brûsk re sersaxiyê dixwazin û soza şopandina rê û armanca wî didin."
NASNAMEYA ŞERVANÊ YBŞ'Ê
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ê li Minbicê jiyana xwe ji dest da, bi vî rengî ye:
Nav û paşnav: Sifiyan Hecî Ehmed Elo
Navê tevgerî: Brûsk Karker
Navê dayik: Hûrê Hisên Elo
Navê bav: Hecî
Cih û dema ji dayikbûnê: Rembûsê – Şengal- 1984
Cih û dema şehadetê: Minbic - 28.06.2016