Sêrt weke 'herêma leşkerî' hat ragihandin
Dewleta Tirk a ji ber çalakiyên gerîla nikare xwe bilivîne, hin herêmên Sêrtê ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" îlan kir.
Dewleta Tirk a ji ber çalakiyên gerîla nikare xwe bilivîne, hin herêmên Sêrtê ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" îlan kir.
Dewleta Tirk a ji ber çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê nikare xwe bilivîne, hin herêmên Sêrtê di navbera 3-17'ê Tîrmehê de weke "herêma ewlekariya taybet" îlan kir.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Sêrtê, başûrê gundê Okçûlar ê navçeya Dihê, rojhilatê gundê Dihê-Yanikses, bakurê gundê Dihê-Gorendorûk, başûrê gundê Dihê-Kûşdali, herêma çiyayê Dihê-Çaçî, rojhilatê gundê Tîlo-Akyayla, başûrê gundên Palamûtlû û Tosûntarla yên Berwariyê, rojavayê gundê Berwarî-Doganca, bakurê gundê Dihê-Bîlgîlî, bakur û rojhilatê gundê Dihê-Yenîçîzmelî û rojhilatê gundê Ekmekçîler ê li navenda Sêrt ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariyê ya taybet" hatiye ragihandin.