Li Erzînganê 6 welatî hatin girtin
Li navçeya Kemahê ya Erzînganê 6 welatî bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" hatin darizandin, ji bo her yekî 6 sal û 3 meh ceza hate birîn.

Di 24'ê Kanûna 2015'an de li gundê Maksut, Aşagidere, Esimli û Konukseverê yên Kemaha Erzînganê di serdegirtina malan de 6 welatî hatin binçavkirin. Der barê 6 welatiyan de doz hat vekirin. 5'emîn rûniştina dozê îro li Dadgeha Cezayên Giran a Erzînganê hat dîtin.
Heyeta dadgehê der barê 6 kesan de ji bo her kesekî bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" 6 sal û 3 meh ceza birî. Welatiyên bi navê Cemal Altinsoy, Îsmail Kahraman, Nuri Kahraman, Ahmet Cone, Dursun Gokduman, Huseyin Talay û parêzerên wan beşdarî rûniştinê bûn.
Heyetê di rûniştina dozê de der barê 6 kesan de bi giştî 37.5 sal cezayê girtîgehê birî.