Li Êlihê peyam ji bo AKP/Qesrê: Em ê qeyûm nas nekin!
Der heqê tayînkirina qeyûmê yên bi ser şaredariyan de Şaredariya Êlihê civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de peyam hate dayin ku ew ê sepanîna qeyûmê AKP/Qesrê nas nekin.
Der heqê tayînkirina qeyûmê yên bi ser şaredariyan de Şaredariya Êlihê civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de peyam hate dayin ku ew ê sepanîna qeyûmê AKP/Qesrê nas nekin.
Şaredariya Êlihê der heqê tayînkirina qeyûman ên ser şaredariyan li Salona Konferansê civînek çapemeniyê li dar xist. Rêveberiya Bajêr ya Êlihê, Rêveberiya DBP’ê ya Êlihê, Pêkhateyên KJA’yê yên Êlihê, Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel, Wekîla Hevşaredara Êlihê Hurriyet Kaytar, Hevşaredarên Beşiriyê Mustafa Ozturk û Dîcle Tekîk Erdem, Hevşaredarê Balpinarê Gülcînal Erdînç, Hevşaredarê İkiköprüyê Osman Karabulut û Hîdayet Tiryakî, Hevşaredarên Kercosê A.Kerîm Kaya û Zeynep Oduncu, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarê şaredariyan tevlî civîna çapemeniyê bûn.
‘EM Ê NAS NEKIN’
Hevşaredar Akel ku di civînê de axivî, destnîşan kir ku gel bi berxwedanê têkoşîna demokrasiyê dibine serî û got ew ê qeyûman nas nekin.
Akel ev nirxandin kirin: ‘’Ev bi mehan e ku hem li ser rêveberiyan û hem jî li ser saziyên siyasetê ên civaka Tirkiyeyê em bi polîtîkayên zext û zordariyê, qirkirinê re hevrû ne. Li hemberî şaredariyên DBP’ê ev nêzîkî 8 mehan e ku bi polîtîkayên cihê re hevrû dibin. Nîqaşên dawî yên li ser qeyûman têgihiştineke wiha çêdibe wek ku hikûmet der heqê şaredariyan de hin polîtîkayên nû dide sepandin. Lê em baş pê dizanin ev pêvajo bi şer û kavilkirinê ya li Kurdistanê ku şaredariyên me lê hene, destpê kiriye. Hûn baş pê dizanin di zagonên hemû dewletan de, di saziyên wan ên siyasî de gotina sereke ev e: ‘Armanca pêkanîna demokrasiyê.’ Di vê pêvajoyê de ku rêveberiya navendî ji hêla gel ve diviya bihatana redkirin û rêveberiya navendiya ademî ango xwerêveberî tê nîqaşkirin, hikûmeta ku Komara Tirk bi rê ve dibe dibêje, ‘ez demokrasiyê nas nakim’ û şer daye destpêkirin. Û ev şer di ser şaredariyan re daye destpêkirin. Bi kavilkirin û şewitandinê daye destpêkirin. Li bajaran bi kuştina sivîlan daye destpêkirin, bi tunekirinê daye destpêkirin.’’
Akel diyar kir gel wê vê sepanînê qebûl neke.
‘LI DIJÎ HEMÛ ZINDIYAN BIRYARA KOMKUJIYÊ STANDIN’
Akel li ser komkujiyên Licê rawestiya û wiha ragihand: ‘’Her roj li hin nuqteyan teqîn çêdibin, sivîl têne kuştin. Her roj bajar têne şewitandin û kavilkirin. Îro li Kurdistanê, li Licê cihê ku bombe lê nehatî teqandin hema bibêje nemaye. Li van xakan li hemberî hemû zindiyan biryara komkujiyê hatiye standin.. Em bertek û refleksa gelê xwe ya li hemberî vê pir baş dizanin.”
Akel di dawiya axaftina xwe de komkujiya li Balafirgeha Ataturkê şermezar kir.
‘GEL WÊ GUH NEDE’
Hevserokê Şaredariya Êlihê Ozdemîr jî got sepanîna qeyûmê ‘darbeya sivîl’ e û wiha pê de çû: ‘’ Em ê dîsa xizmeta xwe ya ji bo gel bidomînin. Em ê qeyûman nas nekin û bi hevalên xwe re xizmeta xwe ya ji bo gelê Êlihê bidomînin. Bi ya min, gelê Êlihê wê li vîna xwe xwedî derbikeve û qet guh nede qeyûman.’’
Hevserokê Meclîsa Giştî ya DBP’a Bajêrê Êlihê Salih Altun ku li ser navê kesên ku tevlî civînê bûne axivî, wiha got: ‘’ Tişta ku bi tirsandinê, gefê, derewan nikarîn pêk bînin, hiqûqê binpê dikin û hişmendiya faşîzan a 12’ê Îlonê dixwazin praktîze bikin. Trajî komedî ew e ku yên dibêjin ew bi sedî 49 bi vîna gel hatine, ti hêza ji sendoqê rewatir nîn e û ji bo vê jî destûra bingehîn û daraz jî di nav de divê ti sazî li pêşiya vîna gel nebe asteng, dixwaze dest li ser şaredariya deyne ku bi rêjeyên sedî 60-90’î dengê gel hatine hilbijartin.”
Altun diyar kir têkiliyek di navbera kavilkirina Sûr, Nisêbînê, Şirnexê, Geverê, Cizîrê û Silopiya û qeyûman de heye û ev got: ‘’Heke hesabek hebe ew ê hesêb bidin gel. Em hesêb nadin faşîstan, dizan û heramiyan.’’