Hevserokên KNK'ê Nîlufer Koç û Rêbwar Rashed daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Endamên KNK û endamê Komela Îslamî yê Hewlêr Serhad Osman û Sadî Mistefa, ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatin girtin û heta vê kêlîkê ti agahî ji wan ne hatiye girtin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev siyaseta ku duh ji aliyê rejîma Iraqê ve dihat meşandin, îro ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve li hemberî Kurdan, demokrat û mûxalîfan tê meşandin û hat destnîşankirin, yên divê herî zêde dersê ji vê rewşê bigire, desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ye.
Hevserokên KNK'ê dan xuyakirin, ku divê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi ti awayî ji zemîna demokratîk-hiqûqê dûr neve, ji bo her pirsgirekê sazî û dezgehên pêwendîdar bixe nava tevgerê û wiha dewam kirin: "Ya girîng û esasî qanûn in. Sûcê ku mirov dikin çi dibe bila bibe, di vê hêlê de muxatab ne baskên siyasî ne, saziyên hiquqî û qanunî ne. Nekaranîna qanûnan ji bo siyasetê, krîza li herêmê bêhtir kûr dike û ber bi rewşek neyê çareserkirin ve dibe."
Di dewama daxuyaniya Hevserokan de hat gotin, "Li hemberî tewanbariyan, divê desthilatdarî, mafê parastinê bide kesan û xizmên wan jî di nav de, têkiliya wan kesan bi cîhana derve re, li gorî qanûnan bê dayîn.
Komela İslamî, di demên dawî de, ji bo çareseriya krîza li Başûrê Kurdistanê, di siyaseta yekîtiya neteweyî de bi awayekî aktîf kete nava tevgerê. Dîsa, li Başûrê Kurdistanê, di nava tevgera pêşxistina yekîtiya neteweyî de, aktîf rol jî lîstiye.
KNK vê nêzîkatiya bi qesta siyasî ya li hemberî Komela Îslamî şermezar dike. Ji bo girtinên pêkhatin jî, banga akl-i selîm dike û rastkirina şaşîtiya hatiye kirin jî daxwaz dike."