Hat îdîakirin ku li Licê 4 kesên din jî hatin înfazkirin

Piştî qetilkirina welatiyên bi navê Erdal Kocakaya û Mevlut Kocakaya ên li gundê Kerwas ê Licê, hat îdîakirin ku 4 kesên din jî hatine qetilkirin û li pey wesayîtên zirxî ve girêdane û di nava gund de gerandine.

Li gor nûçeya DÎHA’yê, li navçeya Licê ya Amedê,  gundê Kerwas û gundikê Mehlê ji aliyê bi hezaran leşkeran ve hatine dorpêçkirin û qedexeya kolanan di meriyetê de ye. Ji 50 kesên ku xwestin biçin cihê şer û ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin, Mevlut Kocakaya û Erdal Kocakaya hatibûn qetilkirin. Li gorî agahiyên ji gundiyên herêm hatin girtin, hate îdîakirin ku 4 kesên din jî ji aliyê leşkeran ve hatine qetilkirin û cenazeyê wan li pey wesayîtên zirxî ve hatine girêdan û di nava gund de gerandine.

 Hat diyarkirin ku welatiyên din ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin û beşeke şandine Licê û beşek jî şandine Amedê.

Li gundê ku torên telefonê hatine qutkirin, peywendî bi tememî bi welatiyan re hatine qutkirin. Li gundên ku elektrîka wan hatine qutkirin, ketin û derketin hatine astengkirin.