ANALÎZ

Li Licê 'operasyona mezin' an 'têkçûna mezin'?

Licê, ji destpêka avabûna komarê û vir ve li hemberî polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê yên TC her tim li ber xwe da û j ber vê yekê timî bû hedefa êrîşên dewletê.

Licê...

Di destpêkê de ji ber desteka xwe ya ji bo berxwedana bi pêşengiya Şêx Seîd, gundên wê hatin şewitandin. Piştre di sala 1927'an gund dîsa hatin şewitandin. Di salên 1993 û 1994'an de navenda navçeyê bi rojan bi helîkopteran hat bombekirin û hemû gundên wê hatin şewitandin. Di salên 2015 û 2016'an de gund û daristanên wê careke din hatin şewitandin.

Dewleta Tirk, li pêşberî Şerê Gel ê Şoreşgerî yê PKK'ê di sala 2012'an de da destpêkirin, neçar ma di Çileya sala 2013'an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnê. Burokratên payebilind ên dewletê û parlamenterên HDP'ê jî di nav de gelek kes çûn Îmraliyê û ji bo peydakirina rêyên "aştiyane" ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hevdîtin kirin.

OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ

Ocalan her gavê ev yek destnîşan kir: "Desthilatdariya AKP'ê ji bo çareseriyê gaveke şênber navêje. Em ê nebin aliyê pêvajoyê diqedîne, lê divê mirov baldar bin. Eger li ser sîstema destûra bingehînî gav neyên avêtin, hingî ev yek wê were wateya amadekariya ji bo şerekî gelekî giran. Pêwîste Kurd jî li gorî şerekî demdirêj, li ser bingeha xweparastinê tedbîrên xwe bigirin. Wergirtina cerdevnan, derbasbûna artêşa taybet, çêkirina kalekol û bendavan nîşaneya vê yekê ne..."

Cihê ku cara destpêkê li gorî van hişyariyên Ocalan di pratîkê de ket nava tevgerê Licê bû. Gelê Licê di sala 2013'an de li hemberî çêkirina kalekolê li ber xwe da. Lê dewleta Tirk gule li gel reşand û Medenî Yildirim ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin.

Welatiyên Licê di sala 2014'an de careke din li hemberî çêkirina kalekolan li ber xwe dan û rêya Amed-Çewlikê zêdeyî 2 mehan li çûn û hatinê girt. Di êrîşa leşkeran de Ramazan Baran û H. Bakî Akdemîr jiyana xwe ji dest dan.

DI KONSEPTA NÛ YA ŞER DE, LICÊ

Di pêvajoya êrîşên nû de, ku AKP'ê di 24'ê Tîrmeha 2015'an de da destpêkirin, Licê û derdora wê careke din bûn hedefa hêzên dewleta Tirk. Ji qelemşorên AKP'ê Abdulkadîr Selvî di 2'ê Hezîrana 2016'an de ev konsepta nû weke 'lêdana pêşîgirtinê' pênase kir. Li gorî vê, wê di destpêkê de li nava sînor û li derveyî sînor operasyonên hewayî li hemberî qadên gerîla bên kirin, piştre wê bi yekîneyên taybet 'lêdana pêşîgirtinê' bê kirin.

Ji bo bicihanîna vê 'konsepta nû' weke cihê destpêkê herêma Licê hatibû hilbijartin.

Selvî nivîsa xwe ya 16'ê Hezîranê li ser Licê nivîsandibû û sedema 'girîngiya' Licê ji bo dewletê nivîsandibû.

Li gorî vê yekê, eger derbeke giran li hêza gerîla ya li licê were xistin, wê çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê biqedin. Ji ber ku Licê 'herêma lojîstîka teknîkê û koordînasyona fermandariyê' ye.

Bi fermana desthilatdariya AKP'ê, ji 20'ê Hezîranê û pê ve artêşa Tirk li hemberî herêmên Licê, Hezro, Farqîn, Dara Hênê, Hênê, Pasûr, Pîran û Karazê dest bi êrîşên hewayî kir. Di navbera 20-23'ê Hezîranê de hemû çiyayên li vê herêmê hatin bombekirin, qadên daristanî hatin şewitandin.

Çapemeniya Tirk di 23'ê Hezîranê de bi xirecireke mezin ragihand ku 'operasyona mezin li Licê' destpê kiriye. Li gorî vê yekê, bi tevlîbûna POH û komandoyên kumiksor ên ji Bolû, Kayserî, Isparta, Elezîz, Meletî, Çewlik û Amedê, 'Operasyona Yekîneyên Taybet ên Muşterek' a yekemcar di dîroka Tirkiyeyê de tê dîtin, destpê kiriye. 8 hezar kesên ji yekîneyên taybet tevlî vê operasyonê bûn.

Ji bo armanca operasyonê jî hat ragihandin, ku wê li herêmên bakur û başûrê Licê, hêzên gerîla, stargeh, depo û kelûmelên li vê derê bên tinekirin.

'OPERASYONA HERÎ MEZIN' BÛ FIYASKO

Operasyona ku di navbera 20-23'ê Hezîranê de bi êrîşa hewayî, di navbera 23'ê Hezîranê-3'ê Tîrmehê de bi êrîşên hewayî û operasyona yekîneyên taybet ên bejahî ve hat meşandin, bû fiyasko.

Wekî din hat ragihandin, ku qaşo di operasyonê de 70 mîlyon kenewîrê hînt hatine îmhakirin. Hêzên dewleta Tirk dest danîn ser hemû wesayîtên gundiyan.

Temamiya welatiyên Licê baş dizanin bê kenewîrê hînt li cem kîjan qereqolan tên çandin. Kes jê bawer nake ku heta roja îro haya qereqolan ji çandina kenewîrên hînt tine be.

Di vê operasyona "mezin" a muşterek a TC de, ku bi rojan reklama wê hat kirin, yekane serketina TC ew e, balona narkotîkê bû, ku pê girseyên gel xapand!

TC bi rastî jî operasyona herî mezin a 20 salên dawî kir. Xuya ye bi rojan bi rêya Heronan herêmên gerîla şopandiye û bi balafiran jî bombe kir. Herî dawî bi tevlîbûna bi hezaran endamên artêşa xwe ya taybet ji bejahî ve operasyon pêk anî.

Eger ev operasyon bi rengekî fiyasko bi encam bûbe, divê kapasîteya gerîla ya li vê derê baş were analîzkirin. Li herêmeke teng, tevî êrîşên hewayî jî, bi taktîkeke xurt, konsepta nû ya şer a TC pûç kirin. Ev yek jî nîşan dide ku gerîla di serdema nû de bi rê û rêbazên xwe yên dewlemend ên çalakiyan û bi çepergirtinên xwe yên dema nû, çawa dikare li hemberî dewleta xwedî teknîkeke xurt, serketî be û vê dewletê pûç bike.