Ji YPG’ê Biryarnameya Parastina Nirx û Berhemên dîrokî û turîstîk

YPG’ê bi metirsiya parastina nasnameyên çandî û dîrokî yên li Rêveberiya Herêma Rojavayê Kurdistanê biryarnameyek ji bo YPG’ê û YPJ’ê derxist û diyar kir û di rewşa binpêkirina biryarnameyêde wê lêpirsinên qanûnî were kirin.

YPG bi metirsiya parastina nasnameyên çandî û dîrokî yên li Rêveberiya Herêma Rojavayê Kurdistanê biryarnameyek ji bo YPG’ê û YPJ’ê derxist û diyar kir  û di rewşa binpêkirina biryarnameyêde wê lêpirsinên qanûnî were kirin. YPG di daxuyaniyê de diyar dike ji bo parastina nasnameya çandî û dîrokî ya Herêmên Rojava, divê herêm û girên dîrokî ku hêzên Yekîniyên Parastina Gel lê ne an jî nêzî wan in, ji xebatên kolandin û rakirina axê ku ji aliyê Desteya Turîzm û Berhemên Dîrokî ve nahatiye rûxseta wê nehatiye kirin, werin parastin.

YPG ji bo pêkanîna vê çend xal diyar kirine û xalên ku divê werin pêkanîn wiha ne :

 - Nabe ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bêyî destûr û çavdêriya Desteya Tûrîzm û Berhemên Dîrokî girên dîrokî bikolin, axê wan rakin û li wir baragehên leşkerî yên parastinê ava bikin (Ji derveyî eniyên şer).

- Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin wê alîkariyê bidin pisporên Desteya Tûrîzm û Berhemên Dîrokî ku belgeyên fermî û destûr bi wan re ye (cihên di bin parastina YPG'ê de).

- Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin wê hemû berhemên dîrokî ku ji destê terorîstan derxistine ku bi awayekî fermî ji aliyê Desteya Fermandiyê û Buroya Têkiliyan a YPG hatine belgekirî, radestî Desteya Desteya Tûrîzm û Berhemên Dîrokî bike.

- Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin wê nehêlin ku sivîl, rojnamevan û şande yên ku destûreke fermî ji Desteya Tûrîzm û Berhemên Dîrokî wernegirtine, nêzî cihên dîrokî yên di bin destê YPG'ê de, bibin.

- Kesên xalên vê biryarnameyê bi cih neyne wê rastî lêpirsîna qanûnî were.”