'DAIŞ ya wê teslîm bibe, yan jî wê tine bibe!'

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed û Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, pêngava rizgarkirina Minbicê ji ANF'ê re nirxandin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, pêngava rizgarkirina Minbicê ji ANF'ê re nirxandin.

Ehmed da xuyakirin ku ew destekê didin pêngavê û got, "Azadiya Minbicê ji bo avakirina Sîstema Federal û Sûriyeya Demokratîk, gaveke stratejîk e. Em bi vî rengî mijarê dinirxînin."

Ehmed destnîşan kir, bi vê pêngavê ve wê ji sedî 80-90 ê Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bibe û diyar kir, ev rewş tê wateya avabûna Sûriyeya Demokratîk û pêkhatina azadiya gelan.

Der barê bandora pêngava rizgarkirina Minbicê li Rojava, Sûriye, Rojhilata Navîn û Cîhanê Ehmed ev nirxandin kir: "Pêngava Rizgarkirina Minbicê wê bandorê li Rojava, Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Hûn ji kîjan alî ve vê pêngavê binirxînin, wê bi kêrî berjewendiyên gelên Sûriyeyê bê. Lewma ev pêngav wê derbeke mezin li hin hêzên herêmî û navneteweyî yên di neçareseriya li Sûriyeyê de israr dikin, li DAIŞ û destekdarên DAIŞ'ê bixe.

Bi Pêngava Rizgarkirina Minbicê ve wê têkiliya çeteyên DAIŞ'ê bi herêmên li nava Sûriye û Iraqê, têkiliya bi cîhanê ve bi temamî qut bibe. Bêguman ev rewş wê hevsengiyên heyî yên leşkerî û siyasî biguherîne. Tê zanîn, piştî têkçûna çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê, gelekî qels bû.

Bi rizgarkirina Minbicê ve wê çeteyên DAIŞ'ê bikevin nava pêvajoya tinebûnê. Di heman demê de hemû polîtîkayên hin hêzên herêmî yên li Rojva û Sûriyeyê naxwazin pirsgirêk çareser bibin û yekîtiya gelan bafire, wê îflas bikin. Ev yek wê bi kêrî gelên Sûriyeyê were. Û wê bi gaveke din nêzî Sûriyeya Demokratîk bibin."

'SIVÎL TÊN REVANDIN'

Ehmed da xuyakirin, ku bi Pêngava Rizgarkirina Minbicê ve çeteyên DAIŞ'ê li herêma Şehbayê zext û hovîtiya li gel dike, zêde kiriye û wiha dewam kir:

"Weke MSD'ê em vê rewşê ji nêz ve dişopînin. Bi taybetî ji gundên Helebê û herêma Şehbayê, di serî de Kurd gelek sivîl ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tên revandin. Em vê yekê weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibînin.

Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, di rojên dawî de çeteyên DAIŞ'ê bi dehan Kurd revandin e, bi dehan zarok û jin qetil kirine, yên qetil nekirine jî birine cihekî nediyar. Hê agahî ji dehan mirovên hatine revandin nayê girtin. Ji ber vê revandina sivîlan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve em bi fikar in.

Bi taybetî revandina Kurdan nîşan dide, ku çeteyên DAIŞ'ê û welatên herêmê yên destekê didin çeteyan dixwazin herêma Şehbayê ji Kurdan paqij bikin. Ev revandin, bi rengekî din nikare bê ravekirin. Wekî din, dixwazin li herêma Şehbayê gel bi vê rê û rêbazê li hemberî hev rakin."

Îlham Ehmed da xuyakirin, ku ji ber zext û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê koça mirovan a ji herêma Şehbayê ber bi Kantonên Rojava ve dewam dikin û di vê mijarê de wan projeyên xwe radestî saziyên navneteweyî kirine. Ehmed got, "Kantonên Rojava yên êrîş lê tên kirin û ambargo li ser heye, dikarin bi tena serê xwe vî barî hilgirin, lê belê em li bendê ne Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û saziyên însanî yên navneteweyî vî barî bi me re parve bikin. Ev yek hem ji bo jiyana mirovên koç kirine û xwe li Kantonên Rojava girtine, hem jî ji bo şert û mercên jiyanê yên gelê Rojava gelekî girîng e. Di rewşa heyî de gelê Rojava nanê xwe, ava xwe, zebzeyên xwe, betaniya xwe û kincên xwe bi mirovên koç kirine re parve dike. Ev bi tena serê xwe têrê nake. Lewma, berî ku krîzeke însanî rû bide, em li bendê ne di serî de Neteweyên Yekbûyî hemû saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî xwe bixin binê vî barî."

'ME BI DEHAN GUND Û GUNDIK RIZGAR KIRIN'

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da xuyakirin, ku wan bi dehan gund û gundik, ku ji qadeke berfireh pêk tê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine û got, "Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê me di demeke kurt de dor li Minbicê girt. Şervanên me El Kutab, dibistana El Şerîa û xaçerêya li rojavayê bajêr, berî çend rojan ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Dikarim bêjim, bi azadkirina vê nuqteya stratejîk re şervanên me ji aliyê rojava ve mal bi mal, kolan bi kolan bi pêş de diçin.

Li başûrê bajêr, depoyên genim ên stratejîk ji aliyê şervanên me ve hatin rizgarkirin. Ev der, nuqteya herî stratejîk a bajêr e. Paqijkirina depoyên genim ji çeteyên DAIŞ'ê tê wateya şikandina girîngtirîn xeta parastinê ya li bajêr. Piştî ku depoyên genim hatin rizgarkirin, hemû hedefên çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda bajêr, di hedefa çekên me yên giran de ne.

Li rojhilatê bajêr jî, gundê El Xettab ji aliyê şervanên me ve hat rizgarkirin. Ji bo vê nuqteyê jî dikarim bêjim, şervanên me ji aliyê rojhilat ve jî ketine nava bajêr û li navenda bajêr gav bi gav bi pêş de diçin.

Li ser rêya Minbic-Cerablûsê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên me de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn. Ji bakur ve jî pêşdeçûna şervanên me ya li nava bajêr dewam dike.

Bi kurtasî dikarim bêjim, şerê heyî yê li derdora bajêr diqewimin, hêdî hêdî dikeve nava navenda bajêr."

'ÊDÎ REV JI WAN RE NÎNE'

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê bi temamî hatine dorpêçkirin, rev êdî ji wan re nîne û got, "Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîl ji bajêr derkevin. Di heman demê de sivîlan ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin. Ev rewş ji destpêkê ve li pêşiya me astengiyek e.

Em gelekî bi hesasî tevdigerin. Ji bo me ewlekariya jiyana sivîlan esas e. Ji bo rizgarkirina sivîlên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke mertal tên bikaranîn, hewldanên me dewam dikin. 

Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê me heta niha bi hezaran sivîlên di destê DAIŞ'ê de bûn, rizgar kirin. Her roj, her saet, her kêlî, bi sedan mirovên me ji destê çeteyên DAIŞ'ê direvin û xwe digihînin herêmên azad."

Berdevkê Meclîsê Şervan Derwîş li ser rewşa çeteyên DAIŞ'ê yên li nava bajêr got, "Çeteyên ku nema dikarin li ber xwe bidin, hewl didin bi çalakiyên xwekujî, wesayîtên bombebakirî û bi mayînan êrîş bikin, xwe bi vî rengî li ser piyan bigirin. Çeteyên DAIŞ'ê rojane herî kêm 5-6 wesayîtên bombebakirî diteqînin. Ev êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nîşan didin ku li ber qedandinê ne. Li gorî agahiyên sivîlên xwe gihandine herêmên azad, çeteyên DAIŞ'ê di nava panîkeke mezin de ne."

Derwîş da zanîn, ku çeteyên DAIŞ'ê li qadeke berfireh dest bi êrîşê kirine û got, "Lê belê bi berxwedana bi rêbaza fedayî ya şervanên me ve, ev êrîş hatine şikandin, 142 çete hatine kuştin cenazeyê 89 ji wan ketine bin kontrola şervanên me.

Derwîş ragihand, çeteyên DAIŞ'ê niha li Bab û Cerablûsê banga 'seferberiyê' li sivîlan kirine û bi wan tunel û xendekan didin kolandin. Derwîş got, "Li her du bajaran jî xendekên bi qasî 2 heta 4 metreyan dikolin. Lê belê vê yekê dibêjim: Rev êdî ji bo çeteyên DAIŞ'ê nepêkan e. Çeteyên DAIŞ'ê ya wê teslîm bibin, yan jî wê tine bibin."